Jinên Îranê beriya zewacê rastî zexta testa keçaniyê tên

Li Îranê jin beriya zewacê neçar dimînin ku testa keçiktiyê bidin, li hemberî vê rewşê bi kampanyayên li welat tên kirin bertek tê nîşandan. WHO dibêje ku ev pêkanîn ji zanistiyê dûr û dijî mafên mirovan e.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê hin mêran ji jinên ku dê bi wan re bizewîcin belgeya keçanî yê ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) kiryareke li dijî mafên mirovan dibîne, dixwazin. Mixabin rewşên wiha li Îranê pir zêde tê jiyîn. Gelek jin piştî ku dergûstî dibin, diçin gel doktor û testekî ku îsbat dike ew berê qet têkiliya cinsî ne jiyaye, çêdikin. Her çiqas ji aliyê civakê ve wek “zara keçaniyê” tê bikaranîn jî, navê wê ya rastî a di tibî de “himen” an jî “hymen” e. Gelek cureyên hîmenê ku beşek ji pêkhateya biyolojîk a jinan e heye û hin jî nabin sedema xwîn hatine.

Neçarî testa keçanî hat kirin

Çîroka Maryam jî li vir dest pê dike. Maryam a rûxmê dema zewicî di têkiliya zayendî ya ewil de xwîn hat jî rastî heqaretê hat, wiha got: "Tevî vê yekê mêrê ku ez pê re zewicîm ji min xwest ez belgeya keçaniye bistînim." Maryam test kir û di belgeya wê ya keçanî de hat nivîsandin ku tîpa zara keçaniya wê "elastîk e”. Ev tê wateya ku dema jinan cara ewil bikevin têkiliya zayendî de zara wan ya keçaniyê neqete û xwîn jê neyê.

"Ez ê tu carî wan rojên tarî ji bîr nekim"

Maryam a diyar kir ku rûmeta wê hatiye şikandin, wiha dibêje: “Min tiştekî xerab nekir, lê hevserê min heqaret li min kir. Min zêdetir berxwe neda û ji ber vê yekê min hewl da bi dermanan xwe bikujim. Min rakirin nexweşxaneyê û di kêliya dawî de hatim rizgarkirin. Ez ê tu carî wan rojên tarî ji bîr nekim. Min di wê demê de 20 kîlo da.”

25 hezar îmze hatin komkirin

Çîroka Meryem rastiya gelek jinên li Îranê ye. Ji bo gelek jinên ciwan û malbatên wan hîn jî beriya zewacê keçikbûyîn pir girîng e. Lê di demên dawî de tişt dest bi guhertinê kir. Li çar aliyê welêt mêr û jin ji bo bidawîkirina testa keçaniyê kampanyayan didin meşandin. Di kampanyaya îmzayan a ku di meha Mijdara borî hatibû destpêkirin de, di mehekê de bi qasî 25 hezar îmze hatin komkirin. Ev kampanya li Îranê bû yekem ku gelek kes bi eşkereyî li dijî testa keçaniyê derketin.

WHO: Durî zaniste ye

Tevî ku WHO ragihand, testa keçaniyê ne exlaqî ye û durî zanistiye lê, ev pêkanîn hîn jî li Endonezya, Irak û Tirkiye jî di nav de li gelek welatan tê pêk anîn. Saziya Tiba Edlî ya Îranî dibêje ku ew tenê di hîn rewşên diyar de mîna dozên dadgehê û sûcên tecawizê de testa keçaniyê dikin. Her wiha piraniya daxwazên kirina sertîfîkayên keçaniyê ji aliyê kesên ku nû dê bizewicin, tê kirin. Ji ber vê yekê jinên ciwan piranî li gel dayîkên xwe serî li klinîkên taybet didin.

"Di bin zexta malbatê de ne”

Belgeya keçaniyê navê jinan a tam, navê bavê wê, agahdariyên nasnameya wê û carna jî wêneya wan jî dixwaze. Di belgeyê de wiha tê gotin, "Ev keç wek bakîrê xuya dike.” Belge ji hêla du şahidan ve tê îmze kirin. Dr. Farîba bi salan belgeyan dide. Qebûl dike ku ew kiryarek biçûkxistinê ye, lê bawer dike ku ew bi rastî alîkariya gelek jinan dike. Dr. Farîva wiha dibêje: “Di bin zexta malbatê de ne. Ez cara  ji bo hevjînan derewa dibêjim. Ger berê bi hev re ketibin têkiliya cinsî û  bûna dixwazin bizewicin, ez li pêşberî malbatên wan dibêjim jin hêj keçik e.”

Çeviri: NuJINHA