Li Yemenê ji ber lehiyê 77 kes jiyana xwe ji dest dan
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji ber lehiya ku li gelek parêzgehên Yemenê rabûye 77 kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes di nav de zarok û jin jî zirar dîtine.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber lehiya ku li gelek parêzgehên Yemenê rabûye zêdetirî 35,000 malbat zirar dîtin û 77 kes jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê got ku ew bi lez bersiv daye hewcedariyên civakên ku ji lehiyên li Yemenê bandor bûne û da zanîn ku wê piştgiriyek mezin da Yemeniyan.