Jinên Êzidî daxwaza vekirina gorên komî dikin

Piştî 11 salan cenazeyên 22 şehîdên fermanê radestî malbatên wan hatin kirin lê hê jî cenazeyên bi hezaran kesan ji gorên komî nehatine derxistin. Malbatên ku xizmên wan hatine qetilkirin daxwaza vekirina goran dikin.

Şengal – 22 cenazeyên ku di Fermana 74'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve li Şengalê hatibûn qetilkirin û hestiyên wan piştî 11 salan ji bo lêkolînên DNA’yê biribûn Tiba Edlî ya Bexdayê, îro li Solaxê bi merasîmek radestî malbatên wan hatin kirin.

Di merasîma ku bi beşdariya şandeyên meclîsa rûhanî ya Êzidiyan, berpirsên siyasî, civakî û leşkerî, Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’ê hatibû lidarxistin, bi hezaran kes amade bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin û piştî axaftinan malbatên şehîdan cenazeyên xwe girtin lê belê hê jî bi sedan gorên komî ji hêla hikûmeta Iraqê ve nehatine vekirin û malbatên şehîdan daxwaza vekirina gorên komî dikin.

Jinên ku tevlî merasîmê bûbûn ji ajansa me re axivîn. Jinan anîn ziman ku hê gelek gorên komî yên nehatine vekirin hene û daxwaz kirin ku gorên komî bên vekirin.

‘Bila hestiyên me bidin me’

Şêrîn Şêxa ku xizmên wê jî di nava cenazeyên hatine de bûn, diyar kir ku ji bo testa DNA’yê salek e cenazeyên wan li Bexdayê hatiye girtin û wiha got: “Îro em ji Tilezêr hatine gundê Koço ji bo girtina cenazeyên xwe. Hestiyên şehîdan beriya salekê ji bo lêkolînê biribûn Bexdayê û piştî salekî yanî di 11’emîn salvegera fermanê de radestî me kirin. Daxwaza me ew e  gorên komî werin vekin û cenazeyên me bidin me. Her çendî me ew bi saxî ji dest dan lê bila hestiyên me bidin me. Em jiyana aram û bê komkujî dixwazin û me tenê divê ferman rawestin.”

‘Her dem çavên me li riya wan e’

Jina bi navê Şiran Xelef ku ji malbata wê du kes radestî wan kirin, destnîşan kirin ku roja fermanê çeteyên DAIŞ’ê xizmên wan qetil kirine lê piştî 11 salan hestiyên wan radestî wan tê kirin û ev nirxandin kir: “Em Êzidî hemû yek in her kesekî ji malbatekê ji civaka Êzidî hemûyan diçe. Du kurên malbata min jî di nav van şehîdan de ne, di roja fermanê de li ser riya Şengalê çeteyên DAIŞ’ê rê li wan girtin û wan kuştin lê îro hestiyên wan anîn. Beriya van yekî din ji malbata min navê wî Felah Hesen bû anîn û me defin kirin. Xwedê heyfa me li erdê nehêle, em gelek bi van gorên komî diêşin. Di Iraqê de civaka Êzidî xemên xwe bi hev re parve dike. Her sal dema ku van hestiyan tînin, birînên me nû dikin. Her çend salan carekê hestiyan tînin û ji bo me mîna roja fermanê ye, wisa li me bi êş û azar tê. Her dem çavên me li riya wan e û sebra me li tu derê nayê.”