EŞÎK: Beşdarbûna jinan a pêvajoyên aştiyê neçariyek e
EŞÎK’ê balkişand ku di Komîsyona Meclîsê ya hate avakirin de hejmara endamên mêr û jin ne newekhev û da zanîn beşdarbûna jinan a pêvajoyên aştiyê ne tercîh e, neçariyek e û bang li jinan kir ku li kêlaka gavên ku ji bo aştî û demokrasiyê bên avêtin bibin.

Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) der barê hejmara endamên jin ên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya ku li Meclîsê hat avakirin de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
EŞÎK’ê, di daxuyaniya xwe ya bi sernavê "Beşdarbûna jinan a pêvajoyên aştiyê ne tercîh e, neçariyek e” de balkişand ku di komisyona 51 kesî de tenê 10 endamên jin heye û destnîşan kir ev yek "ji rêgeza temsîliyeta wekhev dûr”. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê di lîsteya kesên ji komîsyonê re bên vexwandin de giringî bidin rêgeza wekheviyê û hate destnîşan kirin li bendê ne ku vê valatiyê bigrin.
EŞÎK’ê, di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Li gorî biryara bi hejmara 1325’an ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC), beşdariya wekhev a jinan ya ji bo pêvajoyên çareserkirina pevçûn û avakirina aştiyê û di pêvajoyên aştiyê de entegrekirina nêrîna jinan pêdiviyek e. Jin, ne tenê qurbaniyên pêvajoyên pevçûnê ne, avakerên herî girîng ên aştiyek mayînde ne. Divê komîsyonê Planeke Çalakiyê ya Neteweyî ya bi armancên şênber ên kurt, navîn û dem dirêj avabike. Em serokatiya komîsyonê û hemî endaman, vedixwînin ku xebatek li gorî van rêgazan birêxistin bikin. Em destnîşan dikin ku beşdarbûna jinan a pêvajoyên aştiyê ne tercîh e, neçariyek e; emê li kêlaka hemû gavên rast ên ji bo hemwelatbûna wekhev, aştî û demokrasiyê bin û emê bibin yek ji piştevaniyên herî bihêz a vê têkoşînê.”