Jinan ji bo ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şand
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Almanyayê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Yekitiya Jinên Moskov û Ermenistanê ji bo 'mafê hêviyê' ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nasîn ji Konseya Ewropayê re name şandin
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Almanyayê (SMJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Yekitiya Jinên Moskov û Ermenistanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe ji mafê hêviyê sûdê bigre û dewleta Tirk li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavên pêwist bavêje, name ji Konseya Ewropayê re şandin.
Rêxistin, sazî û tevgerên jinên Êzidî di destpêka nameyê de bal kişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kirin ku ji bo pêvajo bigihîje encamê divê Ocalan ji aliyê fizîkî ve azad bibe û wiha gotin: “Em wek sazî, rêxistin û tevgerên jinên Êzidî vê nameyê pêşkêşî we Konseya Ewropayê dikin. Li seranserê cîhanê şerên gelek dijwar diqewimin. Bi hezaran mirov, jin û zarok dibin qurbaniyên van şeran. Di vê serdema dijwar de ku wele şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin de deriyek ji bo çareserî û aştiyê vebûye. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Ev pêvajo jî bandora xwe ji her alî ve li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ger ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi encam bibe wê gelek alî û gel ji vê pêvajoyê bi awayekî erênî sûdê bigrin.
27 sal in Rêber Abdulah Ocalan li Girava Îmraliyê di bin zext û tecrîdeke giran de tê girtin. Rêber Abdullah Ocalan nûnerê bi milyonan mirovan e ku em jî wek civaka Êzidî wî ji bo xwe weke Rêber û pêşengek dibînin. Di heman demê de jî bi milyonan mirov bi fikir û ramanên wê dimeşin. Em dixwazin destnîşan bikin ku muxatabê çareseriyeke mayînde Rêber Ocalan e. Bêyî wî û fikir û ramanên wî aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn û cîhanê pêk nayê.”
‘Dewleta Tirk tu gavan navêje’
Di nameyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê bi hezaran girtî hene, hemû jî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin û ev nirxandin hat kirin: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan dike ku girtiyek nabe heya dawiya emrê xwe di zindanê de bê girtin. Dewleta Tirk jî vê zagonê weke zagon dipejirîne lê bi van kiryarên xwe pêk nayne. Konseya Ewropayê çend car in ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan ji bo mafê hêviyê bang li dewleta Tirkiyeyê dike ku mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan bi cih bîne lê dewleta Tirk di vê mijarê de tu gav navêje û guhertinek çênake.”
Bang û daxwaza pêkanîna mafê hêviyê
Di dawiya nameyê de rêxistin, sazî û tevgerên jinên Êzidî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xistin û dan zanîn ku civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî 74 ferman jiyane ku fermana herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hatiye û bi saya fikir û ramanên Ocalan ji fermana dawî rizgar bûne û bi vê bangê dawî li nameyê anîn: “Em weke civaka Êzidî Rêber Ocalan weke parêzvan û rizgarkerê xwe dibînin. Yê ku civakek ji qirkirinê rizgar bike û biparêze, nabe di zindanê de be. Ji ber vê yekê jî em daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê xwe dikin. Em ji we jî dixwazin ku mafê hêviyê bê bicihanîn. Nabe girtiyek heta hetayê di bin zextên giran de li zindanê bê girtin. Em weke civaka Êzidî ji we daxwaz dikin ku mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan bê bicihanîn. Her wiha biryara mafê hêviyê ku weke Konseya Ewropayê we di 18’ê îlonê de girtiye di ber çavan de derbas bikin û ji bo dewleta Tirk biryara we ya ji bo mafê hêviyê pêk bîne zextê lê bê kirin.”