Kulîlka Azadî li Amedê ji nû ve şîn bû – ÇAVDÊRÎ

Kî ku bigota piştî 27 salan emê dîsa li ber stranên Koma Amed, vê carê li paytexta dilan li Amedê û li Qada Newrozê govend bigrin, me bawer dikir? Piştî 30 salan Kulîlka Azadî li Amedê ji nû ve şîn bû.

BINEVŞ STÊRK  
Kî ku bigota piştî 27 salan emê dîsa li ber stranên Koma Amed, vê carê li paytexta dilan li Amedê û li Qada Newrozê govend bigrin, me bawer dikir? Bi hezaran kes bi heyecanek mezin, ev çend meh in li hêviya wan bûn. Bi sedan kesên ku ji derveyê Amedê, ji bajarên Kurdistan û Tirkiyê hatibûn, dilê xwe kirin yek û ber bi qada Newrozê ve herikîn. Bi sedhezaran jî, li ber ekranên televîzyonê sekinîbûn û bi hestewarî temaşe dikirin. Di destê herkesî de telefonên destan, weşana zindî ji bo hezkiriyên xwe yên li dûrî dikirin. Bi sedan kesên ku çay, xwarin û ber anîbûn, hewayek seyranê dan şevê. Bi hezaran kesên ku bi wesayîtên xwe yên taybet hatibûn, neçar mabûn wesayîta xwe li sedan metre dûrî qadê park bikin û ber bi qadê ve bimeşin. Di vê meşê de jî coş û peroş qet kêm nebû. Di daketina qadê de mirov di lêgerînê re hatin derbaskirin û paşê ketin hundir. Al, poster û pankartan rengek cuda dan qadê.
‘Îşev çûm salên 90’î’
Û ew kêliya ku herkes li bendê ye, hat. Koma Amed derket ser dikê û dengê çepikan bilind bû. Komê bi stranên xwe dîsa em birin salên 90’î. Rojek dîrokî û watedar bû. Şevek dirêj a bi qasî bendewariyên me, germ a bi qasî hestên me bû. Me digot gelo ev xewn e yan rastî ye? Dayîkek li kêleka min sekinîbû, digot kurê min niha qaçax e li Avrûpayê ye û temaşe dike, dibêje dayê her wekî ez li wir im. Dayîka dilşewat bi dilê xwe guhdarî dikir, geh dibişirî geh jî rondik dibarand. Digot ‘Ez îşev çûm salên 90’î, xwezil bi wan çaxan ku me bi dizî li sitranên Kurdî guhdarî dikir lê em li ba hev bûn, îro her yek ji me li derek e.’
Coşa li qadê bê navber zindî ma
Jinên ciwan ku cilûbergên netewî li xwe kiribûn, hinek ji wan ruyê xwe kesk û sor û zer boyax kiribûn û govend digeriyan. Dengê def û zirneyê beriya ku konser destpê bike, ji qadê kêm nebû. Her wekî Newroza duyemîn bû îşev. Jinek ku di ciwaniya xwe de li stranên Koma Amed guhdarî kiribû, bi tevî rondikan bi komê re distirî. Gelek kesên ku ciwaniya wan bi stranên Koma Amed derbas bûye, ji zarokên xwe re behsa komê dikirin.
Sloganên “Bijî Serok Apo” kêm nebûn
Û Kulîlka Azadî. Sitrana Evdilmelîk Şêx Bekirê ku yek ji damezrînerên Koma Amed bû. Ew kesê ku rih da ‘Kulîlka Azadî’ û li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiyê tevlî karwana nemiran bû. Li qada konserê bi yekdengî hat bibîranîn û li dengê wî hat guhdarîkirin. Sloganên “Şehîd namirin” bi yek dengî hatin berzkirin. Jinek ku temenê wê nêzî 60 salî bû, digot ‘hêvîdar im em rojek, Serokê xwe jî li vê qadê pêşwazî bikin,’ lê hevoka wê nîvco ma, ji ber rondikan. Gelek caran diruşmên “Bijî Serok Apo” hatin bihîstin. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di axaftina xwe de got ku “Emê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin” û dengê çepik, tilîlî û diruşman bilind bû.
Peyamên hunermendên li sirgûniyê
Peyamên bi dîmen ên ji aliyê hunermendên Kurd ku ji sirgûniyê şandibûn jî, pêla hestan bilindir kir. Bi taybetî jî dema Hunermend Xelîl Xemgîn axivî û sitrana ‘Amed Amed’ hat bihîstin, hemû dilên li derve, bûn yek û ber bi qada konserê ve rijiyan. Peyamên siyasetmedarên girtî yên wek Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçuk Mizrakli (navê Amed daye komê) bûn sedema bilindbûna dengê diruşmên ku azadiya wan dixwazin.
‘Bila Koma Berxwedan jî bikaribe were û konser bide’
Jina ciwan a bi navê Delal ku ji Mêrdînê hatiye, dibêje ez bi dengê stranên qedexekirî yên kom û hunermendên Kurd mezin bûm. Îro mîna ku di xewnek de bim. Gelek bi heyecan im. Hêvîdar im ku Koma Berxwedan jî rojek were li vê qadê konser bide û em di rojên azad de li hev bicivin. Delal diyar dike ku her tim xwestiye Koma Amed zindî guhdar bike, lê derfeta wê çênebûye û îşev wek şevek dîrokî binav dike. Delal dixwaze ku li Kurdistanek azad, bi stranên azadiyê bijî.
‘Heta roja azadiyê mirin qedexe ye’
Nurcan ji Êlihê ji bo konserê hatiye Amedê. Dibêje ger ku ez ïşev ji heyecanê nemirim, cardin namirim û dixwaze ku rojek hemû Kurd li vê qadê bi hev re dîlana azadiyê bigerin. Dayîka Leyla ku bi hezaran kul û derd di dilê xwe de kom kiriye, dibêje rojek emê li meydanan pêşwaziya Serokê xwe bikin û heta wê rojê mirin ji min re qedexe ye. Zarokan jî xwe bi heyecana mezinan ve berdane. Zarokên ku xemlên kesk û sor û zer li wan kirine, pirsan ji dê û bavê xwe dikin. Ji ber ku hinek ji wan, yekem car e qelebalixek wiha dibînin.
Rojîn nehat jibîrkirin
Rojîn Kabaîşa ku li Wanê bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da û hinek hêzên tarî naxwazin mirina wê ronî bikin, nehat jibîrkirin. Malbata Rojîn hat slavkirin û peyama ‘emê dest ji vê dozê bernedin’ hat dayîn.