Sê zarok li Xezayê ji ber sermayê mirin
NY diyar kir ku rewşa gihîştina xwarinê li Xezayê hîn jî krîtîk e. Her wiha ragihand ku di meha Kanûnê de sê zarok ji sermayê û kêmbûna gihîştina tenduristiyê mirine.
Navenda Nûçeyan – Dabeşkirina Qonaxî ya Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku piştî agirbesta ku di 10’ê Cotmeha 2025’an de ket meriyetê, li Xezayê di gihîştina xwarinê de başbûnek girîng çêbûye, lê rewş hîn jî krîtîk e.
Li gorî analîzê, tevahiya Zîvala Xezayê heta nîvê Nîsana 2026’an dê di asta "rewşa awarte" (Qonaxa 4) de bimîne; bi qasî 1.6 milyon kes dê berdewam bikin ku bêewlehiya xwarinê ya "krîz û jortir" (Qonaxa 3 û jortir) bijîn. Raport dibêje ku erdên çandiniyê bi piranî zirar dîtine, xwedîkirina ajalan hema hema bi tevahî ji holê rabûye, masîgirtin hîn jî qedexe ye û bêkarî gihîştiye ji sedî 80. Her wiha tekez dike ku şert û mercên nebaş ên av, paqijî û xanî xetereyên tenduristiyê zêde dikin.
Berdevkê UNICEF’ê Ricardo Pires ragihand ku wan rapor wergirtine. Wî diyar kir ku duh, pitikek 29 mehî jî ji ber sermayê, nebûna gihîştina tenduristiyê û kêmbûna dermanan ji ber kêmbûna avê mir.