Jina Afganî ya hat binçavkirin rastî îşkenceyê Talîbanê hat
Jineke Afgan a ji ber ku bi tena serê xwe rêwîtiyê dikir ji aliyê Talîbanê ve hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, wêneyên şopên îşkenceyê yên li ser bedena xwe parve kir.
Navenda Nûçeyan- Roj derbas nabe ku li Afganitanê jinek rastî tundiyê neyê, neyê windakirin an jî qanûnek li dijî jinê dernekeve pêşberî civake. Jinek ciwan ya xwendekara zanîngehê diyar kir ku ew ji aliyê mihefizên sînor ên Talîbanê ve rastî tundûtûjiyê hat. Jina ciwan parve kir ku endamên Talîbanê bi gotina,“mehrema te li ku ye, ma agahiya te ji qaîdeyên nû nîne? hatiye lêpirsin kirine û paşê tundî bikar anîne. Jina ciwan diyar kir ku bûyer li qereqoleke li ser sînorê Afganistan-Îranê pêk hatiye û serpêhatiyên xwe parve kir: “Ji min re digotin fahîşe û zaroka rojavayî. Heta ku ez ji ser xwe çûm min qamçî kirin û zîtik li min dan.”
Di binçavan de rastî îşkenceyê hat kirin
Jina ciwan bêyî rûyê xwe nîşan bide birîn û reşayî yên li ser bedena xwe ji çapemeniya herêmî re parve kir. Diyar kir ku bûyer di 2'ê Nîsanê de dema dixwest sînorê Îranê derbas bibe qewimî û got: "Tevî ku min diyar kir ez li Îranê xwendekarek zanîngehê me, xwendina xwe li Fakulteya Karsaziyê didomînim, ji bo betlaneya Newrozê hatim û hewl didim vegerim, min nekarî xwe bidim guhdar kirin.” Jina ciwan anî ziman ku ji ber ku bav û birayê wê nexweş in, neçar maye bi tena serê xwe rêwîtiyê bike û neçar maye vegere dibistanê, da zanîn ku bi saetan rastî îşkenceyê hatiye û dermankirina xwe li Îranê dike.
Jina ciwan ji ber ewlehiyê agahiyên nasnameya xwe parve nekir.