Jin ji bo têkoşîna dû salên li pêş xwe amade dikin
Kongra Star a herêma Firatê 9'emîn konfransa xwe lidarxist. Beşdarvanên konfransê gotin; "Em ê di bin sîwana bîrdoziya rizgariya jin têkoşîna xwe bilind bikin da ku em bigihêjin azadî û serkeftinê."
Kobanê – Bi diruşma "Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û biserkevin" rêxistina Kongra Star a herêma Firatê 9'emîn konfransa xwe lidarxist. Di konfransa ku li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat li darxistin de, endamên Kongra Star, Koordînasyona Kongra Star ya Rojava, Rêveberiya Xweser, Partiyên siyasî, Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, Yekîtiya Jinên Ciwan û nûnerên MSD'ê amede bûn.
Bernameya konfransê bi axaftina vekirinê ku ji aliyê hevseroka Desteya Rêveber ya MSD'ê Îlham Ehmed ve hat kirin destpêkir, piştre perspeketîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, perspekftîfên Koordînasyona Kongra Star û rapora Kongra Star a du salan hatin xwendin. Her wiha sînevîzyona li ser xebatên du salên dawî, hat temaşekirin. Piştre beşdarvanên konfransê nêrîn, pêşniyar, çareserî û nirxandinên xwe anîn ziman.
Beşdarvan û endamên koordînasyona Kongra Star nêrînên xwe yên der barê konfransê de anîn ziman.
"Em ê bi rengekî xurt kongreya xwe ya giştî lidar bixin"
Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn der barê konfransê de ev nirxandin kir; "Beşdarbûneke mezin ji aliyê tevahî jinên herêma Firatê ji pêkhateya Ereb û Kurd pêk hat. Em vê konfransê weke tevlîbûneke xûrt ya li gor pêvajoyê digrin dest, ji ber vê me rojeva ya konfransê li gor vê amede kir. Destpêkê girîngtirîn nirxandin û perspektîfên Rêber Apo, her wiha kar û xebatên Kongra Star ya du salan hatin pêşkêş kirin. Beriya konfransê me civînên berfireh di asta tevahî navçe û bajarokan de lidar xist. Ev amedekariyên beriya konfransê bûn bingeha lidarxistina konfranseke dewlemend. Ji xwe piştre wê kongreya giştî ya Kongra Star pêk were da ku ji aliyê rêxistinî ve em bikaribin tevahî jinan hembêz bikin, têkoşîneke hevpar nîşan bidin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin."
Yekîtiya di navbera jinên Kurd û Ereb
Endama Kongra Star a bajarokê Sirînê Mûna Mistefa Ehmed der barê konfransê de nêrîna xwe wiha anî ziman; "Me îro bi riya vê konfransê yekîtî û hevgirtina jinên Kurd û Ereb ya di bin sîwana projeya Netewa Demokratîk ragihandin. Rêber Apo dibêje, jin zemînê bingehîn ya avakirina jiyan, civak û malbateke demokratîk e. Bi taybet em bi vê wesîleyê pêşengên xwe yên jin bibîr tînin, em îro encama têkoşîna wan bi dest dixin ku em di rêxistinbûna xwe de vê mîrateyê bingeh digrin. Her wiha kombûna hejmareke bi vî rengî ya jinan, asta ku em gihîştinê eşkere dike û teqez dike ku wê ev şoreş bi riya jin biserkeve. Ji xwe silogana me ya konfransê jî ev e. Em weke jinên Ereb jî girêdana xwe ya bê dawî bi felsefeya Rêber Apo tînin ziman û em ê bê navber ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û jin têbikoşin."
"Emê xwedî li tevahî jinan derkevin û bibin cihê çareseriyê"
Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star ya nû Emîne Bekir ku di hilbijartinan de derket, hestên xwe wiha bilêv kir: "Me di konfransê de bi giştî kar û xebatên ku hatine meşandin nirxandin û ji bo salên li pêşiya xwe jî em bi pilansazî û biryarên xûrt derketin. Di van du salên borî de me gelek bedelên giranbuha dan, bi taybet jî weke jin. Em ê xeta ku pêşengên me ronî kirin bişopînin. Soz û biryarên me jî ev in, em ê xwedî li têkoşîna jinan derkevin û wan ji tevahî cureyên tundî û êrîşan biparêzin. Emê weke Kongra Star ji bo jinan bibin cihê çareseriyê û di tevahî warên jiyanê de bibin bersiv. Ji lewra hêviyên me yên serkeftinê bilind in."
Piştî nîqaşên girîn ên li ser berfirehkirin û bihêzkirina hevgirtin û rêxistinbûna jinan biryarên girîng ên li ser belgekirina kiryarên li dijî jinan ên li heremên dagirkirî, perwerdekirina jinan û mêran, pêşxistina proje û kooperatîfan, dîtina perwerdeyên leşkerî, pêşxistina tiba xwezayî, çalakkirina zagonên jin, meşandina xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin girtin.
Di dawiya konferansê de piştî hilbijartinan Mizgîn Xelîl, Macîde Hesûn, Lûjeyn Salim, Fewziya Ebdî û Emîne Bekir ji bo kordînesyona nû ya Kongra Star ya herêma Firatê hatin hilbijartin.
Konfrans bi dirûşma "Jin, jiyan,azadî" bi dawî bû.