2. Komxebata Komîta Jineolojî ya Mexmûrê bi dawî bû

Bi dirûşma ‘2’emîn Şoreşa Cotkarî û Gudewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ 2’emîn Komxebata komita Jineolojiyê ya Mexmûrê bidawî bû.

Mexmûr – 2’emîn Komxebata Komîteya Jineolojiyê ya îro bi dirûşma ‘2. Şoreşa Cotkarî û Gundewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ bi beşdarbûna delegeyan danê siharê destpê kiribû û piştî nîvro jî bi niqaşên delegasyonên ku beşdar bûne berdewam kir, bi dawî bû.

Di nîqaşan de herî zêde mijarên vegera cewherê xwe, çanda xwe ya dayîk hate dest girtin. Heman demê di dûyemîn şoreşa çand û gundewerî de rola jin hate nîqaş kirin.

Di dawiya komxebatê de nêrîn û pêşniyarên ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk hatin girtin. Komxebat bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.