Ji 27 welatan li dijî Talîbanan bertek

27 welatên cîhanê bi daxuyaniyeke hevbeş, qedexeyên Talîbanê yên li ser jin û zarokên keç şermezar kirin, bi taybetî yên ku rê li ber gihandina wan a xwendin û kar digre.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê cîhanê 27 welat daxuyaniyekî hevpar ya bi sernavê “Koma Dostên Jinên li Afganistanê” weşandin. Di daxuyaniya ku fikarên xwe yên xwe der barê xirabûna şert û mercên jinan ên li Afganîstanê û gihandina wan ya azadiyên bingehîn cih digre de, banga rakirina sînordarkirinên li Afganîstanê hate kirin.

Daxwaza “ji nû ve vekirina dibistanan”

Di daxuyaniya ku bang li Talîbanê hat kirin ku qedexeya perwerdeya dibistana navîn ya ev salek zêdetir li Afganîstanê di meriyetê de ye rabike de, hate diyarkirin ku li cîhanê yekane welatê ku perwerdeya keçan qedexe dike Afganîstan e. Di daxuyaniyê daxwaza rakirina sînordarkirinê Talîbanê ya li dijî jin û zarokên keçan ya li Afganistanê, cîbicîkirina soz û teahûdên wan li ser rêzgirtina mafê perwerdeyê ya jin û zarokên keçan û li seranserî welat ji bo hemû zarokên keçan ji nû ve vekirina dibistanan, hat kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rîskên ku têkildarî astengkirina perwerdehiyê ya zarokên keç zêde dibin, wan ji karkirina zarokan û zewaca temena biçûk re tîne rewşekî hin bê parastin.

Lêkolîn bikin

Di daxuyaniyê ku bang li Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî(UNAMA) ku rewşa li welat çavdêrî dike û rewşa mafên mirovan ji nêzîk ve mirovan lêkolîn bike de, Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa mafê mirovan a li Efganîstanê bang li Raporterê Taybet Richard Bennett kir ku ji bo alîkariya welat bi kesateyên siyasî re têkiliyan ava bike.