Dayikên Şemiyê: Ji bo pêkanîna edaletê berpirsiyariya xwe bi cih bînin

Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Toraman ê 31 sal berê di binçavan de hat windakirin banga edaletê li pewirdarên darazê kirin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin di hefteya 917’emîn de çalakiya xwe bi awayek online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Toraman ê 24 salî ku di 27’ê cotmeha 1991’ê de li ber mala xwe ya li Kocamustafapaşaya Stenbolê ji aliyê kesên biçek, ên bi wan re bêtêl hebûn û cil û bergên sivîl û xwe kiribûn xwe weke polîs dane naskirin ve hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.

Siwarê torosa spî kirin û birîn

Xizma Hasan Ocak ê ku di binçavan de hat qetilkirin, Dilcan Acer daxuyaniya vê hefteyê xwend û got: "31 sal in malbata Huseyîn ji bo pêkanîna edaletê têdikoşe. Huseyîn Toraman bi zorê li maşîneya torosa spî ya bi plaqeya 34 ATZ 56 hat siwarkirin. Şêniyên taxê û hevjîna Huseyîn Toraman bûn şahidên revandina wî. Piştî îxbara şêniyên taxê polîsên li Qereqola Çinarê hatin cihê bûyerê û beyî tiştekî bikin vegeriyan. Bavê Toraman, Alî Riza xwe gihand amirê qereqolê û got 'We çima mudaxeleyî kesên kurê min revandine nekir?

Binçavkirina wî hat înkarkirin

Amirê qereqolê jî bersiva 'Kurê we nehat rewandin ji hêla polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. Ji ber vê mudaxale nekirine'. Bavê Huseyîn Toraman qeyda deng a hevdîtina xwe ya bi amîrê qereqolê re girt û serî li Emniyeta Stenbolê û dozgeriyê da. Ligel qeyda deng û şahidan binçavkirina Huseyîn hat înkarkirin. Malbatê bûyer bi riya çapemeniyê ji raya giştî re ragihand. Piştî zextên raya giştî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê bêdengiya xwe xira kir û got 'Di 5'ê kanûna 1991'ê de lêgerîna Huseyîn hebû lê belê nehat binçavkirin'. Her wiha windakirina Toraman bi pêşniyaznameyê ket rojeva meclisê jî. 

Dosya bi hinceta domborî hat girtin

Malbatê vê demê bi Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Mehmet Agar, Serokwezîr Suleyman Demîrel û Wezerata Karên Navxweyî Îsmet Sezgîn re hevdîtin pêk anî. Lê belê meclis û rayedarên dewletê binçavkirina Huseyîn Toraman red kirin. Hemû serlêdanên malbatê û ÎHD'ê bêencam man. Binçavkirina Huseyîn hat înkarkirin. Di sala 1991'ê de Serdozgeriya Komara Fatîhê lêpirsînek da destpêkirin lê belê ev jî bêencam ma. Di sala 2011'an de carek din serlêdanek pêk hat û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî bi hinceta 'demborî' lêpirsîn nekir û dosya girt. Bi îtîrazên ku hatin kirin biryara girtina dosyayê hat betalkirin. Lê belê heta îro jî der barê dosyayê de tu pêşketin çênebûye.

“Me bi 7 kesan dest pê kir û em bûn sed kes”

Di vê der barê de di ji bo darizandin û girtina faîlan diviyabû gavek bê avêtin û dosyaya Huseyîn Toraman bê lêkolînkirin. Berpirsiyariya xwe ya pêkanîna edaletê divê bi cih bînin. Em di salvegera 31'emîn de israra dayika Huseyîn Toraman, Hatîce ya 'Min digot qey tenê kurê min di binçavan de hatiye windakirin. Me li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Me bi 7 kesan dest pê kir û em bûn sed kes. Bi zext û zilmê dixwazin me ji Qada Galatasarayê veqetînin. Lê belê em bêdeng nabin û dev jê bernadin' em ê her dem bidomînin. Em bang li civakê dikin ku divê li dijî bêhiqûqî û nêzikatiya kêfî dengê xwe bilind bikin."