Jin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan strîn

Kongra Star ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya hemleya “Ez dixwazim hevdîtin bi Rêber Apo re pêk bînim” şevbêrkek hunerî li dar xist.

Hesekê – Kongra Star a Hesekê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya hemleya “Ez dixwazim hevdîtin bi Rêber Apo re pêk bînim” duh şevbêrkek hunerî li Navenda Kongra Star a taxa Merşo ya bajarê Hesekê, Kantona Cizîrê, li dar xist.

Navend bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destarên dîrokî û filklorî, û xwarinên kevneşopî yên wekî Meyir û Teşî hatibû xemilandin. Jinan ev amûr bi stranên dengbêjî û filklorî re bi kar anîn.

Di Şevbêrkê de endam û rêveberiyên Kongra Star, dayikên şehîdan, dayikên gerîla, dayikên ku di salên 90’î de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, û hunermendên jin ên ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û koçberên Efrînê amade bûn.

Şevbêrk bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi stranên dengbêjî yên dayika bi navê Edûla Hedû dewam kir.

Dayika bi navê Hemdiya Kûtê, ku di salên 90’î de Rêber Ocalan dîtibû, axivî û wiha got: “Di salên 90’î de me Rêberê xwe dît û çavên xwe ronî kirin. Serkeftinên îro bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ne. Rêbertî girîngî dide parastina zimanê dayikê û rola pêşeng a jinan di hemû qadên jiyanê de. Ev pêvajo demeke hesas e. Heta Rêbertî azad nebe, tu kes azad nabe, ji ber ku yê ku dikare aştiyê pêk bîne Rêber Apo ye. Em her dem dibêjin, em dixwazin Rêbertiya xwe bibînin û azad bibe.”

Dayikên beşdar tekez kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê her dem di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Şevbêrk bi pêşkêşkirina stranên gelerî û filklorî bi dawî bû.