‘19 jin û 13 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan’
Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê ya meha Tebaxê, herî kêm 194 karker li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 13 jê zarok, 19 jê jin û 6 jî penaber in.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Tenduristiyê û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya meha Tebaxê ya têkildarî cînayetên kar ên li Tirkiyeyê eşkere kir.
Li gorî raporê, di nava mehekî de herî kêm 192 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hate destnîşankirin ku ji 194 karkerên jiyana xwe ji dest dane 13 jê zarok, 19 jê jin û 6 jî penaber in. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê, ji meha Çileyê ya 2025’an heta meha Tebaxê herî kêm hezar û 359 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Hate gotin ku cînayetên kar herî zêde li Stenbol, Antalya, Sêwas, Gîresûn, Balikesîr, Mereş, Mûgla, Samsun, Kocaelî, Riha, Çorum, Denîzlî, Amed, Îzmîr, Kayserî, Manîsa, Mêrsîn, Rîze, Sakarya û Tekîrdagê çêbûne.