‘Jin dibin hedefa êrîşên dîjîtal’

Mamosteya beşa derûnînasî ya Zanîngeha Koye Ciwan Behadîn got ku rojane gelek kes rastî pirsgirêkên medyaya dîjîtal tên û jin dibin hedefa êrîşên dîjîtal. Ji bo pêşîlêgirtinê divê hişyarî were belavkirin.

ŞIYA KOYE

Koye – Medyaya dîjîtal bûye beşek ji jiyana me ya rojane. Lê belê ligel vê jî bi xeterên mezin dagirtî ye, bi taybetî di aliyê jinan de. Jin gelek caran ji ber pêşdaraziyên civakê û astengiyên cuda, rastî êrîşên dîjîtal tên. Bi gotin û şikandina rûmetê tundî tê kirin. Ji ber vê jî ji bo jin zêdetir bikaribin medyaya dîjîtal bi ewle bi kar bînin divê xebatên hişyariya dîjîtal bên meşandin da ku jin di bikaranîna medyaya dîjîtal de nekevin xeletiyên kesên êrîşkar.

‘Hemû kes bi asanî medyaya dîjîtal bi kar tînin’

Derûnînas Ciwan Behadîn a li Zanîngeha Koye dixebite têkildarî bikaranîna medyaya dîjîtal ku dibe sedema pirsgirêkên jinên ciwan ji ajansa me re axivî û got: “Medyaya dîjîtal amûrek e ku civak bikaribe fêrî gelek tiştan bibe, ji bo mijarên baş were bikaranîn û têkiliyê di navbera kesan de çêbike. Ligel wê jî aliyê wê yê neyînî jî gelek e. Gelek kes bi asanê bi navekî cuda xwe bi kesên din didin nasîn, kesên li hember bi riya dîjîtal dixapînin û şantajê dikin. Bi taybetî li hemberî jinên ciwan vê yekê dikin. Ev jî dibe sedema pirsgirêkan.”

‘Rojane gelek kes rastî pirsgirêkên dîjîtalê tên’

Ciwan Behadîn wiha got: “Piranî qurbanî jin in û bi belavkirina wêneyên wan gef li jinan tê xwarin. Ji ber wê, ev kes bi awayê qurban li jinan mêze dikin. Ger em werin ser pirsa ku çima ev destdirêjiya dîjîtal di nava civaka me de rû dide, ew e ku teknolojî niha gelek bi pêş ketiye û di destên her kesê de telefon hene, çawa bixwazin wisa bi kar tînin. Ya din jî heta niha nizanin stratejiya perwerdeya me çi ye. Kes li dibistanê fêr nakin ku çawa ji derve nêz bibin û li gel jinan sînoran derbas nekin. Ev jî encamên xirab ên pêşketina teknolojiyê ne. Rojane em dibînin gelek kes bi riya dîjîtal rastî pirsgirêkan tên û piraniya pirsgirêkan bi gavên biçûk destpê dikin. Carna bi eciban an jî nêrînek, jinên ciwan dixwazin wê valahiyê dagirin, bi gotinek xweş dixapin. Dibînin ku kesê di medyaya dîjîtal de pê re diaxivin ji bav, xwîşk û bira baştir nêz dibe. Piştre jî ew jin û malbat rastî pirsgirêkan tên. Ev hemû hîleyên dîjîtal in.”

‘Divê pirsgirêk ji malbatan neyên veşartin’

Ciwan Behadîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Medyaya dîjîtal mirovan dibe dinyayek gelek cuda. Kes hene ji derve li hemberî jinan bêrêz in lê belê di medayaya dîjîtal de xwe dikin dostên jinan. Ew jî wisa dike ku ciwan zû bikevin vê şaşiyê. Dema ku jin an jî ciwanek rastî pirsgirêkan tên û kesên li hemberî wan gefê li wan bixwe divê rewşê ji malbatê veneşêre. Bila malbat aciz bibe lê divê malbatê agahdar bikin û bi vê riyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”