Ji şervana YPJ’ê peyama Newrozê: Dê têkoşîna me bighê serkeftinê
Şervana YPJ’ê Sara Egîd bi mebesta Newrozê peyama “Dê têkoşîna me bighê serkeftinê” da û got ku “Bi ruhê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê Newrozê pêşwazî bikin.”

AWAZ ELÎ
Kobanê – Newroz di dîroka Kurdan de nîşaneya berxwedan û serkeftinê ye. Newroz beramberî desthilatdariyê rakirina meşaleya serfiraziyê ye. Vê yekê çandeke bingehîn bi xwe re ava kiriye û bûye meşaleya azadiyê. Newroza sala 2025’an bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad re Civaka Demokratîk’ hat pêşwazîkirin.
‘Ev berxwedan ji bo azadî û demokrasiyê ye’
Şervana YPJ’ê Sara Egîd bi coşeke mezin hestên xwe yên derbarê Newroza sala 2025’an de anî ziman. Sara Egîd, wate û girîngiya berxwedana ku tê meşandin ji ajansa me re bi berfirehî nirxand. Sara Egîd got ku “Ev berxwedan ji bo azadî û demokrasiyê ye, ji bo avakirina civakeke ehlaqî û polîtîk e. Bi vê berxwedanê em dixwazin felsefeya Rêber Apo bi pergala neteweya demokratîk jiyanî bikin. Bi vê felsefeyê em li hemberî hişmendiya zilamê desthilatdar têdikoşin.”
Şerê ji bo jiyana wekhev û demokratîk
Şervana YPJ’ê Sara Egîd destnîşan kir ku agirê Newrozê çawa li hemberî Dehaqê zalim hatibe pêxistin, îro jî ji hêla gelê mazlum ve ev efsane careke din zindî bûye û wiha pê de çû: “Piştî hilweşandina rejîma Baasê ya ku hikum li ser civakê dikir, îro tevî dagirkerî û desthilatdariyê jî, gelê Kurd bi ruhê Kawayê Hesinkar û Mazlum Doxan şerê xwe didomîne. Bi taybetî berxwedêrên Bendava Tişrînê ji bo jiyana azad û wekhev şerekî bêhempa dimeşînin. Bi vî ruhî çawa ku bi coşeke mezin 8’ê Adarê hat pêşwazîkirin, bi heman coşê Newroz jî bi kelecaneke mezin tê pêşwazîkirin.”
‘Bi ruhê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê bi Rêber Apo re azad bijîn’
Sara Egîd di berdewama nirxandinên xwe de bal kişand ser berxwedaniya çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Em wek Hêzên Parastina Jinê YPJ’ê bi tu awayî tawîzê ji serkeftinê nadin, serkeftin dê ya me bê. Bi ruhê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê bi Rêber Apo re azad bijîn û bi vî awayî wê Newroz were pêşwazîkirin.”
‘Ev Newroz dê azadî û serkeftinê bi xwe re bîne’
Şervana YPJ’ê Sara Egîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir kû ew ê meha Adarê bikin meha berxwedanê, serkeftin û lehengiyê, bi vê biryardariyê dê desthilatdariye têk bibin. Sara Egîd gelê bendavê û şervanên berxwedêr ên ku li êniyên Tişrîn û Qereqozaqê li ber xwe didin silav kir û wiha got: “Newroza sala 2025’an a aştî û demokrasiyê, li jin û ciwanan, gelê me yê welatparêz û yên ku beramberî zor û zordariyê li bendavê li ber xwe didin û şervanên berxwedêr ên ku ji bo welat şer dikin, pîroz dikim. Ev Newroz wê bibe Newroza azadî û serkeftinê.”