Ji Rêxistina Stêrk ji bo zarokên koçber kampanya

Rêxistina Stêrk, bi hevkariya Ofîsa Jin a Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê, kampanyayek 10 rojî ji bo piştgiriya zarokên koçber da destpêkirin. Kampanya armanc dike ku êşên zarokên ji şer bandordîtî kêm bike û pêşerojeke bi hêvî ji wan re ava bike.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan, bi hevkariya Ofîsa Jin a Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê, li bajarê Qamişlo dest bi kampaniyeke 10 rojî ji bo piştgiriya zarokên koçber kir. Ev Kampanya, ku ji bo kêmkirina êş û zehmetiyên zarokên koçber hatiye lidarxistin, bi çalakiyên cihêreng ên wekî şahî, pêşbirk, belavkirina diyariyan û kovara Mizgîn tê dewamkirin.

Berdevka Rêxistina Stêrk, Jûliya Xelo, diyar kir ku zarokên koçber bi şer, kuştin, revandin û destdirêjiyê re rû bi rû mane, û ev yek bandoreke neyînî li ser rewşa wan a derûnî kiriye. Wê got: “Rêxistina Stêrk, ku nêzî 2 sal berê hatiye damezrandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe belav kiriye. Em piştgiriyê didin zarokên ku rastî tundî û zehmetiyan tên û armanca me avakirina bingeheke xurt e ji bo pêşerojeke baştir ji bo zarokan.”

Çalakiyên kampanyayê

Jûliya Xelo anî ziman ku di nav komînên giştî de komînên zarokan tên avakirin, ku tê de perwerde, semîner û çalakiyên cihêreng ji bo zarokan tên organîzekirin. Wê destnîşan kir ku ji bo zarokên koçber, bi taybetî yên ku pirsgirêkên derûnî dijîn, dermankirina tenduristî tê pêşkêşkirin. Herwiha, wê behsa Kampanya nû kir û got: “Me bi Ofîsa Jin a Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê re kampaniyeke 10-rojî ji bo zarokên koçber lidar xist. Ev Kampanya her roj li cihekî cuda yê Navenda Lîwaa tê lidarxistin, û tê de şahî, pêşbirk, diyariyên ji bo zarokan û belavkirina kovara Mizgîn cih digirin.”

Alîkariyên berdewam ji bo zarokên koçber

Rêxistina Stêrk berê jî gelek alîkarî ji zarokên koçber re pêşkêş kiriye. Jûliya Xelo ragihand ku di kampaniyeke berê de, nêzî 6 hezar zarokên koçber li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa, Amûdê û Dêrikê pêdiviyên zivistanê wergirtine. Jûliya Xelo got: “Li gorî derfet û pêdiviyan, em alîkariyê didin zarokan. Daxwaza me ew e ku aştî li cîhanê belav bibe, da ku em ji bo zarokan pêşerojeke bi aramî û ewlehî ava bikin û her zarokê koçber vegere warê xwe.”

Rêxistina Stêrk bi vê kampaniyê û xebatên xwe yên domdar, hewl dide ku piştgiriyeke manewî û maddî bide zarokên koçber, ku di şertên şer û koçberiyê de gelek zehmetî kişandine.