Ji Pênûsa Jinan a li Misrê atolyeya nivîsên hiqûqî
Di çarçoveya kampanyaya ‘Pênûsên Jinan’ de, Navenda Jînolojiyê ya Fikir û Lêkolînan li Misrê atolyeya sêyemîn li ser nivîsandina hiqûqî li dar xist û rêbazên nivîsandina mafparêziyê û bikaranîna yasayan ji bo parastina mafên jinan nîqaş kir.
Misir – Di çarçoveya kampanyaya “Pênûsa Jinan” de, sêyemîn atolyeya perwerdeyê ya Navenda Jinolojiyê hat lidarxistin. Di atolyeyê de bal hat kişandin ser xurtkirina beşdaran di warê nivîsandina têkldarî mafên yasayî û mafên mirovan de. Di vê çarçoveyê de beşdar û pisporan awayên amadekirina raporên hevpar û mekanîzmayên piştrastbûnê bi nivîsên parêzvanê mafên jinê nirxandin.
Êvara roja 9’ê Mijdarê, Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan, di çarçoveya kampanyaya "Pênûsên Jinan" de, sêyemîn atolyeya xwe ya perwerdeyî ya li ser nivîsandina di warê hiqûq û mafên mirovan de li dar xist. Di vê atolyeyê de, Seroka Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan Dr. Dîna Muhsen û Rêvebera Cîbicîkar a Navendê Nûjîn Yûsif amade bûn. Her wiha çend pispor jî beşdar bûn, di navbera wan de parêzer û parêzvana mafên mirovan a ji Sûdanê Selwa Ebsam, Dr. Kerîme El-Hefnawî û şêwirmendê hiqûqî Husam Elam jî hebûn.
‘Rêgezên nivîsandina hiqûqî û mafparêziyê’
Di dersa yekem de, parêzer û mafparêza Sûdanî Selwa Ebsam bingehên nivîsandina hiqûqî û mafparêziyê rave kir destnîşan kir ku bîranînên hiqûqî û mafparêziyê li gorî aliyê ku tên şandin û armanca amadekirina wan diguherin û got: “Ev bîranîn dikarin ji bo dadgehan bên amadekirin, an jî wekî name û daxwazname ji saziyên mafparêziyê û rêxistinên navnetewî re bên şandin. Her wiha dikarin der barê pêşnûmeyên yasayan de bin û tê de nêrîn û şêwirmendiyên hiqûqî bên pêşkêşkirin. Ji bilî van, raporên siyê û raporên hevpar ên ku rêxistinên civaka sivîl amade dikin jî di vê çarçoveyê de cih digrin.
Salwa Absam behsa pîvanên pîşeyî yên amadekirina belgeyên hiqûqî kir û bal kişand ser girîngiya bikaranîna zimanekî zelal û termînolojiyeke tam û got ku divê mirov li ber çavan bigre ka wergirê belgeyê kî ye û serweriya hiqûqî çi ye. Her wiha pêwîst e mirov xwe bispêre çavkaniyên hiqûqî yên têkildar û biryarên dadgehê yên berê (emsalên dadwerî) û beriya amadekirina îdia û argumanên hiqûqî, piştrast bibe ku têgihîştineke rast der barê çarçoveya desthilatdariya dadgehê de heye.”
‘Rêbazên amadekirina gotara mafparêziyê’
Di dersa duyem de, Dr. Kerîme El-Hefnawî li ser rêbazên amadekirina gotara mafparêziyê û awayê bikaranîna zanîna hiqûqî di nivîsandina rojnamegeriyê de axivî, girîngiya zanîna nivîskar ji zagon û peymanên navnetewî yên têkildarî mijara ku tê nirxandin destnîşan kir. Her wiha got ku ev yek rastiya agahiyan misoger dike û şiyana nivîsê ji bo belavkirina hişyariya li ser mafên mirovan û parastina maf û azadiyan xurtir dike.
Her wiha girîngiya piştrastbûnê bi bendên destûrî dema mijarên jinan tên nirxandin rave kir, behsa madeya 11’emîn a Destûra Misrê kir û destnîşan kir ku ev made berpirsyariya dewletê ya pêkanîna wekheviyê di navbera jin û mêr de di hemû warên jiyanê de dihewîne. Her wiha mafê jinan ê girtina karên giştî, astên rêveberiyê û tayînkirina di saziyên dadweriyê de misoger dike.
‘Destûra Misrê û parastina mafên jinan’
Dr. Kerîma gavên rêbazî yên amadekirina gotara mafparêziyê jî rave kir û wiha bi dawî kir: “Ev gav ji diyarkirina mijarê, armanca nirxandina wê û xwendevanên armancgirtî dest pê dikin. Paşê lêkolîn, berhevkirina agahiyan û hilbijartina sernaveke guncaw û balkêş tên. Di dawiyê de gotar ji pêşgotinek ku mijarê dide nasîn, beşa sereke ku agahî û analîzê pêşkêş dike û encamekê ku kurteya nirxandinê yan jî pêşniyar û daxwazan dihewîne pêk tê. Armanca vê atolyeyê ew e ku beşdar di warê amadekirina bîranînên hiqûqî û mafparêziyê û nivîsandina gotarên pisporiyê de şiyanên pratîkî bi dest bixin, şiyana wan a bikaranîna amûrên nivîsandinê di nirxandina mijarên civakî de bê xurtkirin û mafên jinan bên ronîkirin, hişyariya ji bo wan zêdetir bibe.”