Ji Newroza Silêmanî: Banga dîrokî coşê mezintir kir
Jinên beşdarî pîrozbahiya Newroza bajarê Silêmanî bûn bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku bi vê bangê coşa Newrozê zêdetir bûye.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Pîrozkirina Newrozê ji aliyê gelê Kurd ve xwedî dîrokek kevnar e. Li tevahî parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di 20-21’ê Adarê de bi pêxistina meşaleyan, cejna Newrozê pîroz dikin. Îsal Newroza 2725’an ya Kurdî ji salên din cûdatir hate pîrozkirin. Newroza sala 2025’an bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşek mezin hate pîrozkirin. Jinên li bajarê Silêmanî beşdarî pîrozkirina Newrozê bûne ji ajansa me re axivîn.
‘Kurd bi yek dilî li benda aştî û bi hevre jiyanê ne’
Mamosta Tanya Abdulqadir diyarkir ku cejna Newrozê ji bo her Kurdekê girîng e û Newroza îsal ji bo gelê Kurd dîrokî ye û wiha got: “Newroz cejnek kevin a Kurdan e, li tevahî bajarên Kurdan tên pîrozkirin. Pirsa aştiyê, di werza biharê û hatina cejna Newrozê de bi hevdû ve girêdayî ye. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê aştiyê dixwazin. Hertim daxwaza aştî û bi hevre jiyanê dikin. Banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo hemû cîhanê ragihand ku Kurd aştiyê dixwazin. Hemû gelê Kurd bi yek dilî li benda aştî û bi hevre jiyanê ne. Meha Adarê ji bo gelê Kurd gelek qirkirin, koçberî û jenosîdkirina Kurdan tê de heye. Lê belê bi hatina 20 Adarê re diyar dibe ku gelê Kurd li dijî dagirkeran çiqas bi hêz û bi îrade ye.”
‘Newroza îsal bi banga dîrokî bêtir bi coş bû’
Endama Lijneya Kelpur û endama lijneya rêxistina Newroza 2725’an a Kurdî Sakar Abdulstar a ji Şarbajêr e, detsnîşan kir ku hemwelatiyên bajarê Silêmanî her sal di 20’ê Adarê de dest bi pîrozkirina Newrozê dikin û got: “Hemwelatiyên bajarê Silêmanî tevî hebûna meha pîroz a Remezanê û rewşa hewaya herêmê agirê Newrozê pê dixin. Her wiha Newroza îsal bi banga aştiyê bêtir bi coş bû. Cihê keyfxweşiyê ye ku li her çar perçeyên Kurdistanê tevahî Kurd keyfxweşî pêşwaziya banga aştiyê dikin.”
‘Cejna Newrozê nasnameya tevahî Kurdan e’
Nemam Ehmed da zanîn ku Newroz pîrozbahiyek kevin a Kurdane û li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin û got: “Ji kevîn ve Newroz tê pîrozkirin. Divê em Kurd ji bo mayîna çanda Kurd pîrozkirina Newrozê bilind bikin. Pîrozbahiyên Nwrozê tenê bi bajarên Kurdan sînordar nebe, niha li welatên weke Ewropa Newroz ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin. Newroz nasnameya me Kurdan e. Divê em wê nasanmeyê bigihijînin tevahî dinyayê. Nifşê pêşerojê jî Newrozê pîroz bikin.”