‘Nûjiyan heqîqet û xweşikî bû’

Rojnamevan Nûjiyan Erhan di 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşa çeteyên Roj ên PDK’ê ve bi giranî birîndar bû, piştî çend rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da. Nûjiyan kedek mezin li Şengalê da û heta îro şopên wê diyar in.

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal – Li Şengalê ragihandina jinên Êzidî piştî fermana sala 2014’yan ava bû. Şehîd Nûjiyan Erhan kedkar û xwediya mîrasa giranbuha bû, ji bo jinên Êzidî bikaribin ronamevaniyê bikin, êş, azar, kêfxweşî û hêviyên jinên Êzidî bide teyisandin ciwanan perwerde û amade kir. Rojnamevan Nûjiyan Erhan, 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşa çeteyên Roj ên PDK’ê de li ser riya navbera Sînûn û Xanesorê de birîndar bû, piştî 19’e rojan jiyana xwe ji dest da.

Piştî fermanê, Nûjiyan Erhan ji bo rastî di tarîtiyê de nemînin berê xwe da axa pîroz a Êzidxanê. Ji bo êş û azarên jinên Şengalê bê dîtin pênûs û kameraya xwe bikar anî. Nûjiyanê cihê xwe di dilê her Şengaliyek de çêkir. Kedek mezin da ku şopên wê heta îro berbiçav in. Ji bo ku ciwanan perwerde bike di asta profesyonel de perwerde dida wan. Îro bi saya keda Nûjiyan saziya ragihandina jinan a Şengalê ava bûye û bi dehan jinên ciwan tê de kar dikin.

 ‘Em ê li ser xeta Nûjiyan bin’

Rojnamevan Rojîn Hebabî li ser ked û xebata Nûjiyan axivî û da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ser xeta Nûjiyan kar û xebatên xwe bikin û wiha got: “Di kesayeta Nûjiyan de ez hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr tînim. Her sal em şehîd Nûjiyan bi merasîmek bi bîr tînin. Nûjyan bi zarokan re zarok bû, bi mezinan re mezin bû bi şervanan re jî şervan bû. Hemû kêliyên şer li Şengalê şopand û hemû erkên xwe pêk anî lê bi xiyanetek mezin hat qetilkirin. Ji ber ku deng û rengê Şengalê û civaka Êzidî bû, hat hedefgirtin. Em jî weke jinên rojnamevan li ser xeta Nûjiyan dixebitin. Her şehîdek ku em bidin em ê bi dehan bixin cihên wan, hêza me ji şehîdên me ye.”

‘Wê kameraya me her dem di destên me de be’

Rojîn Hebabî di dawiyê de diyar kir ku ew ê rastiyê di tarîtiyê de nehêlin, armancên Nûjiyanê pêk bînin û wiha got: “Divê ku rojnamevan neyên hedefgirtin lê li Şengalê hatin hedefgirtin. Çendî êrîş li ser me hebin jî em ê ji doza xwe paşve gav navêjin û her dem dengê rastiyê bin. Hedefa me ya sereke ew e ku em rastiyê bi civaka xwe bidin diyarkirin. Doza me ew e ku em rastiyê ragihînin. Nûjiyanê di dilê me de ye wê her dem kamera di destên me de be û em ê rastiyê bişopînin, xeyalên Nûjiyan pêk bînin. Beriya fermanê Ragihandin tunebû, bi taybetî ya jinan. Îro ragihandina jinan heye li Şengalê. Ev jî bi saya şehîdan û keda bi salan ava bûye. Dem ku min dît jinên rojnamevan dibin hedef min got divê ez jî bibim dengê rastiyê û min kamerayê girt destên xwe. Careka din em soza xwe dubare dikin û dibêjin hêza me ji şehîdên me ye.”

‘Nûjiyan welatparêz bû girîngî dida parastina jinan’

Endama Meclisa Jinan a Serdeştê Kinê Xidir li ser kesayeta şehîd nûjiyan û têkoşîna wê ya di Şengalê de ji me re axivî û wiha got: “Di kesayeta şehîd Nûjiyan de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Şehîd Nûjiyan jineke welatparêz bû girîngî dida parastina jinan. Yek ji wan jinên ku bi hawara civaka Êzidî ve hat û êşa wan hîs kir û barê wan rakir Nûjiyan bû. Êşa jinên Êzidî û dengê wAN bi cîhanê da bihîstin. Em jî weke jinên Êzidî heta dawiyê deyndar û şopdarên wê ne. Şehîd Nûjiyan heqîqeta her kesê derdixist holê. Di sala 2017’an de şerekî derket di wê demê de şehîd Nûjiyan hat hedefgirtin, ji ber ku kiryarên dijmin dikirin derdixist holê û veşartî nedihişt. Şehîd Nûjiyan 19 rojan birîndar ma di nexweşxaneyê de û piştre şehîd bû.”

 ‘Nûjiyan heqîqet bû’

Kinê Xidir di dawiyê de da zanîn ku Nûjiyanê xweşikî û hezkirina xwe di dilê her jinek û maleke Şengalê de çêkiriye û wiha got: “Şehîd Nûjiyan jineke pir xweşik, devliken, dilmezin û berxwedêr bû. Şehîd Nûjiyan canê xwe ji bo Şengalê feda kir. Bi rojan em behsa wê bikin bes nîn e, em nikarin kesayeta wê û keda wê vebêjin. Jineke dilpak û kedkar bû. Şehîd Nûjiyan her kevira Şengalê nas kir, li her kuçe û kolana Şengalê geriya kar û xebat kir. Hezkirina xwe xist dilê her kesê û li her malê şopa xwe hişt. Her dem digot wê dijmin bi ser nekeve. Dema ku digotin wê kesên xiyanetkar werin Şengalê, wê digot ‘dayîkno kesên wisa nayên ser vê axê heta ku em hebin.’ Em ê jî her dem şopdarên Nûjiyan bin. Her dem ji bo ku jin xwe birêxistin bikin û bihêz bin me perwerde dikir. Nûjiyan dengê rastiyê bû. Em şehîd Nûjiyan û hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin.”