Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat beşdarî kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’bûn

Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê tekez kirin ku ‘Bila tu dayîk tirsa darvekirina zarokên xwe nejîn’ û bang li malbatên ku li edaletê digerin û rêxistinên mafên mirovan kirin ku dengê xwe bikin yek û daxwaza rawestandina darvekirinan bikin.

Navenda Nûçeyan – Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ bûne. Dayîkan banga rawestandina darvekirinên girtiyên siyasî, parastina jiyana kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û zelalkirina çarenûsa kesên bi zorê hatine windakirin kirin.

Dayîkên Aştiyê di daxuyaniya xwe de li dijî ferzkirina cezayên darvekirinê yên berfireh li ser girtiyên siyasî li ser bingeha tohmetên ‘bê bingeh û bê delîl’ nerazîbûn nîşan dan. Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku ji bo piştgiriya girtiyên siyasî, bi taybet yên ku cezayê wan ê darvekirinê heye an jî bi gefa darvekirinê ya tavilê re rûbirûne, beşdarî kampanyayê bûne.

‘Bila tu dayîk tirsa darvekirina zarokên xwe nejîn’

Dayîkên Aştiyê di daxuyaniyê de wiha gotin: “Em wek dayîkên ku êş, xem û azarên li bendêbûnê dizanin, em bawer dikin ku mafên jiyan, azadî û rûmeta mirovan nayên guhertin û divê tu dayîk tirsa darvekirina zarokê xwe nejîn.”

Dayîkên Aştiyê, mafên jiyan, azadî û rûmeta mirovan ji nû ve piştrast kirin û destnîşan kirin ku encamên darvekirinê ji windakirina jiyanek yekane wêdetir diçin; malbatên kesên ku hatine darvekirin jî bi salan êş û şînê dikişînin, her wiha bandorên psîkolojîk û civakî yên vê cezayê jî dikişînin.

Dayîkên Aştiyê bang kirin

Dayîkên Aştiyê her wiha hevxemiya xwe bi malbatên kesên ku bi zorê hatine windakirin re nîşan da, daxwaz kir ku çarenûsa wan tavilê û bi zelalî bê eşkerekirin û tekez kir ku mafê zanîna rastiyê mafek bingehîn ê van malbatan e.

Dayîkên Aştiyê di dawiya daxuyaniyê de, bang li malbatên ku li edaletê digerin, rêxistinên mafên mirovan, parêzvan û komên din ên mafên mirovan kirin ku li dora daxwazên xwe yên ji bo rawestandina darvekirinan, parastina jiyana girtiyan û eşkerekirina rastiya çarenûsa kesên ku bi zorê hatine windakirin bibin yek.

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniya xwe bi dirûşmeyên ‘Na ji cezayê darvekirinê re, erê ji jiyanê re’ û ‘Rastî mafê malbatan e’ bi dawî kir.

Kampanya kengê destpê kir?

Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ di 30’ê Çileya 2024’an de bi grevên birçîbûnê yên heftane ji aliyê girtiyan ve ku li dijî cezakirin û bicîhanîna cezayên darvekirinê li Îranê nerazîbûn nîşan didin, dest pê kir. Di van grevên birçîbûnê yên protestoyî de ku niha di hefteya xwe ya 142’an de ne, di hefteya dawî de 66 girtîgehên li seranserê welêt beşdar bûn. Beşdar daxwaza rawestandina darvekirinan, rakirina cezayê darvekirinê û garantîkirina jiyana girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn dikin. Ew her wiha bi daxuyaniyên heftane bala raya giştî û rêxistinên mafên mirovan dikişînin ser rewşa girtiyên di xetereyê de.