Li Amedê ‘Nobeta Jin Edalet û Bîr’ di hefteya 2’emîn de didome

Di "Nobeta Jin, Edalet û Bîr” a vê hefteyê de jinan cih da çîroka 9 jinên ku hatine kuştin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jinan, di nobedê de daxwaza avakirina jiyana azad û wekhev kirin û diyar kirin ku tundî ne qeder e.

Amed- “Nobeta Jin, Edalet û Bîr” ku ji aliyê Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ve li dijî komkujiyên jinan hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 2’emîn de berdewam kir. Di nobeda ku li ber Edliyeya Amedê tê lidarxistin de, pankarta “Jin nobeda edalet û bîrê digrin” û wêneyên jinên ku hatine kuştin hatin hildan.

Nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberê partiyên siyasî û gelek kes tevlî nobedê bûn. Di nobedê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Kuştina Jinan Polîtîk e” û “Neparêze, paqij neke bidarizîne” hatin berzkirin. Metna çapemeniyê ji aliyê endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûşen Yakût ve hat xwendin.

‘Tevî ku piraniya jinan daxwaza tedbîrên parastinê kiribûn jî hatin kuştin’

Rûşen Yakût, diyar kir ku di nobeda vê hefteyê de, çîrokên jinên ku di navbera 2’ê Cotmehê û 12 Cotmehê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û wan dikaribûye bigihîjin agahiyên wan, di bîra hevpar de anîne cem hev. Rûşen Yakût, destnîşan kir ku jinên di dîrokên berê de, tevî ku piraniya wan serlêdan kiribûn û daxwaza tedbîrên parastinê kiribûn jî hatine kuştin lê belê lêgerîna wan a edaletê berdewam dike û di pêvajoyên wan ên hiqûqî de tevî geşedanên nû jî nehatine jibîrkirin.

‘Edaleta lêgerîna wijdan û rastiyê ye’

Rûşen Yakût wiha axivî: “Em dizanin ku berpirsiyariya me ya der barê mafê jiyanê yê jinan de, tenê bi wê hefteya ku kuştin tê de çêbûye sînordar nîn e. Dibe ku di ser mirina jinek de roj, meh an jî sal derbas bibin lê belê daxwaza derxistina rastiyê û pêkhatina edaletê bi derbasbûna demê re ji holê ranabe. Ji ber ku ji bo me bîr, bibîrxistin, hiştina şopê û nedana jibîrkirinê ye. Edalet; lêgerîna wijdan û rastiyê ye, rûbirûbûn û veguhestina berpirsiyariya civakî ya der barê mafê jiyanê yê jinan de ye ji bo roja îro.”

Piştre çîrokên jinên ku hatine kuştin hatin xwendin. Jinên ku çîrokan wan hatin xwendin, ev in: “Fusûn Yulugkûral, Gozde Çelîk, Emel Bozkûş, Fadîme Akbal, Gulşah Oktay, Sakîne Y. Fîkriye Cîn, Canan Bebek, Mercan Kaplan.”

‘Em jiyana wekhev û azad dixwazin’

Rûşen Yakût, destnîşan kir ku wan navê Fusûn, Gozde, Emel, Fadîme, Gulşah, Fîkriye, Sakîne, Canan û Mercanê careke din di bîra xwe de nivîsandine.

Rûşen Yakût, bal kişand ser berpirsiyariya sazî û wezîfedaran û wiha got: “Jinan her çendî tundiya ku dîtibû ragihandibûn, ji bo parastinê serlêdan kiribûn an jî der barê wê de biryara tedbîrên parastinê û rêgirtinê hebin jî hatin kuştin. Em dixwazin ne tenê tawanbar, di heman demê de ew wezîfedarên ku tevî xeterê dizanibûn jî tedbîrên pêwîst negirtine, hesab bidin. Em naxwazin hefteya li pêş neçar bimînin çîroka jineke din bibêjin. Em jiyana wekhev û azad dixwazin. Divê êdî hewcedarî bi van nobedan nemîne; jin li tu derê neyên kuştin û ji bo parastina ji tundiyê neçar neyên hiştin û em ê heta wê rojê li vir di nav têkoşînê de bin. Jiyana jinan mijara bazarê nîn e. Tundî qeder nîn e. Em li vir in hewl didin, vê pergala ku pêşî li mirina jinan vedike biguherînin, em ê jiyan, gotin û rastiyên jinan biparêzin. Her rojên sêşemê, li heman cihî, bi heman gotinan em ê li bin.”

Çalakî, bi deqeyeke bêdengiyê û bi xwendina navê jinên hatine kuştin bi dawî bû.