Ji Hesekê pêyama jinan: Sûriye dê bi rengê jin bê avakirin

Bi armanca tekezkirina rol û hebûna jinê ya di avakirina Sûriya nû de, bi pêşengtiya hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, li Hesekê meşek girseyî hat li darxistin.

Hesekê – Bi armanca tekezkirina rol û hebûna jinê ya di avakirina Sûriyek demokratîk û azad de, bi pêşengiya hemû Rêxistin û tevgerên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, meşek girseyî hat lidarxistin.

Di meşê de hemû pêkhate, dayîk, jinên ciwan ji herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî amade bûn. Meşvanan alên Yekîneyîn Parastin Jinê (YPJ) û pankartên bi nivîsa “Jin di avakirina Sûriyê de esasa edalet û wekheviyê ye”,”Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”, “Yekîtiya Jinên Sûrî misogeriya felsefeya Jin Jiyan Azadî ye” hilgirtin.

Meş li ber çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li ber parka taxa Nasra veguherî mitîngek.

‘Sûriya demokratîk dê bi deng, reng û hişmendiya jin bê avakirin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevka Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê mizgînî da meşvanan ku di vê demê de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re tê kirin û wiha anî ziman: “Em ji qada têkoşîn û berxwedanê silavên germ ji rêberê xwe re dişînin û berxwedana wî silav dikin. Ev 13 sal in xelkên Rojava li beramberî sîstema netewperest, olperest û netew-dewlet têkoşîn û berxwedaniyê dike. Li aliyê din li beramberî dagirkeriya tirk û hevalbendên wê, tekoşînek mezin dimeşînin.

‘Jin bi berxwedana xwe bersivê didin planên dijmin’

Îro dewleta Tirk a dagirker êrîşî deskeftiyên Şoreşa jinê dike, lê berxwedaniya jinan a dîrokî bersiv dide planên dijmin. Em jin, ji her pêkhateyên ku îro sekneke xwe nîşan didin û hevgirtina xwe diyar dikin ku ev bixwe berxwedaniyek dîrokî ye. Di avakirina Sûriya nû de pêwîst e îradeya jina azad were parastin. Sûriya Demokratîk bi deng, reng û hişmendiya jinê dê bê avakirin. Ger ku jin di nivîsandina destûra Sûrî de cîh negire, ne mumkin e ev Sûrî were qebûlkirin û mafê gelan were parastin. Ez bang li tevahî gelan dikim ku ji bo em bi hev re Sûriyek nû û demokratîk bidin ava kirin, xwedî helwest bin.”

‘Dem hatiye em qada deskeftiyên şoreşê berfireh bikin’

Endama Rêvberiya Meclîsa jin a Sûrî balkişand ser rol û girîngiya berfirehkirina deskeftiyên jinan a li tevahiya Sûriyê û wiha got: “Li bakûr û Rojhilatê Sûriyê jinê xwe birêxistin kir, hevgirtina xwe ava kir û gelek deskeftiyên pîroz bidest xist. Îro dem hatiye ku em qada bidesxistina deskeftiyên Şoreşê berfirehtir bikin û li tevahî Sûrî rêxistin û hevgirtina xwe berfireh bikin.”

‘Jin kêliyên azadî û rûmetê jiyan dikin’

Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Sebah Şabo diyar kir ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî kêliyên azadî û rûmetê dijîn û wiha domand: “13 sal bi têkoşîn, berxwedanî û serhildan derbas bû. Li vir pêwîstî heye ku em xwedî li keda van salan derkevin. Jin di bakûr û Rojhilatê Sûrî de kêliyên azadî û rûmetê dijîn. Lewma parastina jinê û deskeftiyên wê, erkekî ehlaqî ye, ji me her kesî tê xwestin. Bi rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî emê gavên pîroz bavêjin û Sûriyek nû ya demokratîk ava bikin. Jin di nivîsandina destûrê de cîh negire, em vê Sûriyê qebûl nakin û li hemberî wê jî têkoşîna me dê bidome.”

‘Têkoşîna me wê hisab ji dewleta tirk li ser komkujiya 1915’an bixwaze’

Ji Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan jî destnîşan kir ku jinên Ermen komkujiya 1915’an jibîr nakin û dê hesabê wê bê dayîn. Enahîd wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, berdewama Komkujiya 1915’an e. Em  jinên ermen xwe birêxistin dikin û hevgirtina xwe ava dikin da ku em bibin bersiv ji vê pêvajoyê re. Peyama me jî ew e ku heya jinek ermen hebe, wê li ser wê komkujiyê hisab ji dewleta Tirk bixwaze.”

Meş bi dirûşmeya “ Bijî yekîtiya jinên Sûrî “ bidawî bû.