Şêniyên Kobanê: QSD û YPJ rûmeta me ne

Şêniyên Kantona Firatê yên Bajarê Kobanê ji bo piştgiriya bi QSD û YPJ’ê re meşeke girseyî li dar xistin û berxwedana QSD’ê û YPJ’ê silav kirin.

Kobanê – Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê û ji bo piştevaniya bi QSD, YPJ û YPG’ê re bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ya bajarê Kobanê meşeke girseyî li dar xistin. Di mêşe de  biryardariya ji bo parastina bajarê Kobanê derket pêş û gel piştavaniya xwe ya bi QSD, YPJ û YPG’ê re careke din dubare kir.

Meş bi tevlibûna hemû sazî û dezgehên Kontona Firatê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ û ‘Bijî berxwedana YPJ’ê’ dest pê kir û heta qada şehîd Egîd domiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê şêniyên Kantona Firatê Peyman Eloş axivî.

‘Em piştgiriyê didin YPG YPJ û QSD’ê’

 Peyman Eloş wiha got: “Îro kombûna me tevahî li vir ji bo piştgiriya hêzên me yên bi rûmet, hêzên parastina gel ên ku vê axê diparêzin, Yekîneyên Parastina Jin YPG, Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD ku 14 sal in vê axê diparêzin bênavber her dem li ber xwe didin. Îro Kombûna me ya li vê derê ji bo berxwedan û piştgiriya YPG, YPJ, QSD’ê ye û em berxwedaniya wan pîroz bikin.

Ev zêdetirî 20 rojan e li Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê şervanên me li ber xwe didin û berxwedaniyek dîrokî tê meşandin. Şervanên me bi biryar in ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin û gel û welatê xwe ji dewleta Tirk biparêzin. Di vê şoreşê de yên ku welatê xwe parastin û nirxekî girîng dan û parastin, YPG,YPJ û QSD ne. Ew pêşeng û parêzvanên jiyana azad a hemû gelan in.”

Meş bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’, ‘Bijî berxwedana YPJ’ê’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.