Çîroka serkeftina werzîşê ya Qasran
Qasran Muhammedî Alîwî ya ku xwedî pêwîstiya taybet e li ser pêşniyara jina ku nas kiriye dest bi jiyana werzîşê kir, bi serkeftinên ku bi dest xistine, ji bo gelek jinan bûye çavkaniya îlhamê.
RAJA HAMÎD RAŞÎD
Iraq - Qasran Muhammedî Alîwî ya ku xwedî pêwîstiya taybet e li bajarê Necef ê Iraqê dijî, hemû zoriyên jiyanê derbas kiriye û di warê werzîşê de gihîştye lûtkeyek girîng. Qasran Muhammedî Alîwî ji bo gelek kesên xwedî pêwîstiyên taybet, bûye deriyê hêviyê.
Zarokatiya ku bi xizanî derbas bû
Qasran Muhammad Alîwî ku li bajarê Divaniye hatiye dinyayê, ji ber bûyerên li welat, di sala 2008’an de li gel malbata xwe li Necefê bi cih bûn. Qasran Muhammad Alîwî ku di 18 salî de dest bi jiyana perwerdeyê kir, bi hinek mûçeyê ku ji alîkariya civakî digirt, mesrefa perwerdeya xwe dida. Qasran Muhammad Alîwî wiha got: “Ji ber di salên zarokatî de ji ber xizaniyê, malbata min nikaribû ji min re sandalyeya bi tekel bîne, ez nikaribûm dest bi dibistanê bikim. Ez li îstasyonek benzînê de diman. Ji ber ku derî û pencereyên îstasyonê tunebûn parçeyên qumaş me weke perde bi kar dianî. Me dahata xwe bi zorê dikir. Îstasyon dema hat çêkirin û hat halê ku dikare were bikaranîn, malbata min neçar ma li cihekî din bigere.”
‘Bi tenîsê min dest bi werzîşê kir’
Qasran Muhammad Alîwî têkildarî destpêka werzîşê kir û ev tişt got: “Rojekê şansê min baş bû. Min jinek nas kir, keça wê jinê jî weke min xwedî pêwîstiyên teybet bû, dayika wê ew bi werzîşê da naskirin. Ji min re got tu jî dikarî werzîşê bikî. Malbata min destpêkê ev fikir qebûl nekir lê belê di encama îsrara min de neçar man bipejirînin. Keça wê jinê tenîsvanek profesyonel bû, navê wê Benin Karim bû. Min li gel wê antremana tenîsê kir. Bi riya wê min antrenorê tenîsê û serokê federasyona komîteya Paralimpik nas kir. Piştî antremanan, ez beşdarî şampiyoniya Iraqê ya li Bexdayê hat lidarxistin bûm. Piştre ji ber sedemên aborî, min li cihê tenîsê tekwondo hilbijart. Tekwondo ji bo min baş e û pêkanîna wê asantir e, ji ber vê ez divê de bi ser ketim.”
Di şampiyoniya dinyayê de madelyaya zêr girt
Qasran Muhammad Alîwî ku li Necef û Bexdayê gelek antreman kiriye, li Bexdayê beşdarî gelek maçan bûye û du caran rêjeya sêyemîn û duyemîn bi dest xist. Piştre li Necefê beşdarî şampiyonekê bûye û di vê werzîşê de di du toran de yekemînî û duyemînî bi dest xist. Li Bahreynê beşdarî şampiyoniya cîhanî ya tekwondoyê ku lîstikên jin û mêr beşdar bûne bû, li vê derê madalya zêr girt. Qasran Muhammad Alîwî diyar kir ku ji zarokatiya wê ve heta niha piştevaniya herî mezin dayik û bavê wê ne û got: “Dayik û bavê min piştevanên min ên herî girîng in. Di her asta xebatên min de li gel min in. Rojê 3 saetan ez antreman dikim. Bi îrade û piştevaniyek bi hêz ez gihîştim serkeftinê.”
‘Kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji aliyê civakê ve rastî zoriyê tên’
Qasran Muhammad Alîwî da zanîn ku mirovên xwedî pêwîstiyên taybet ji aliyê civakê ve rastî zoriyê tên û destnîşan kir ku li Iraqê bi giştî jin ji werzişî, bi taybetî yên ku xwedî pêwîstiyên taybet in tên dûrxistin. Qasran Muhammad Aliwî da zanîn ku ji ber piştevaniyê ji civak û aliyên eleqedar nagirin, ev piştevanî ji aliyê malbata û komîteya Paralimpîk ve tê.