Ji bo Terane Rehîmî banga lezgîn

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişand ser îşkence û darvekirina girtiyên siyasî yên jin li Îranê û bang li dewletan kir ku zexta li ser rejîma Îranê zêde bikin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê X weşand, xwest demildest cezayê darvekirinê yê li çalakvana girtî ya 21 salî Terane Rehîmî hatiye birîn were rawestandin. Rêxistinê her wiha bal kişand ser cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî vê dawiyê ji nû ve hatiye birîn û ragihand ku dadwerên Îranî piştî darizandinên neheq û tohmetên siyasî di nava du mehan de cezayên darvekirinê li herî kêm pênc jinên din birîne.

Li dijî Terane Rehîmî îşkence û zextên giran

Li gorî rapora rêxistinê, Terane Rehîmî ku di navbera kesên di xwepêşandanên meha Gulanê de hatibûn girtin de bû, di Tebaxa 2026’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê ve piştî darizandineke pir neheq ku îşkence jî di nav de bû, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, der barê rewşa Terane Rehîmî de hişyarî da û diyar kir ku Rehîmî piştî girtinê di 24’ê Çileyê de ji du mehan zêdetir bi zorê winda bûye. Li gorî çavkaniyê, hêzên ewlehiyê Rehîmî bi îşkence û muameleyên xerab ên din re rûbirû hiştine da ku wê neçar bikin îtîraf bike. Di encama van pêkanînan de, Rehîmî ji gelek cihên bedena xwe birîndar bûye. Her wiha hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê gefa destdirêjiyê li xwişka wê Romînaya ku ew jî hatibû binçavkirin, xwarine.

Di beşek din a raporê de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan dike ku "îtîrafên bi zorê" wekî delîl ji bo mehkûmkirina Terane Rehîmî hatine bikaranîn û li Rehîmî bi neh tawanbariyên cuda cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Li Îranê cezayê darvekirinê li dijî jinan zêde dibe

Raport balê dikşîne ser zêdebûna cezayên darvekirinê yên li dijî girtiyên siyasî yên jin û ji nû ve piştrastkirina cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî, diyar dike ku dadwerên Îranî piştî darizandinên neheq ên bi tohmetên siyasî di nava du mehan de cezayê darvekirinê li herî kêm li pênc jinên din birîne.

Navê jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn wiha ne: Mahbûbe Şabanî, Merziye Îbrahîmî Şemsabadî, Mozde Haşimî Bazeraganî, Necma Emînî, Werîşe Muradî.

‘Zextê li Îranê bikin’

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tekez kir ku bi dehan kes li Îranê bi tohmetên siyasî re rûbirû ne.

Rêxistinê bang li hikûmetên welatên cîhanê kir ku bi lez û bez dest bi xebatên dîplomatîk bikin û zextê li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê zêde bikin. Di daxuyaniyê de daxwaza rawestandina hemû darvekirinan û ragihandina moratoryûmek fermî li ser hemû cezayên darvekirinê li Îranê hat kirin.