‘Çar sal in Efganistan di nava şîdet û krîzê de ye’
Di çaremîn salvegera hatina Talîbanê de, li Efganistanê li dijî jinan astengî û şîdeta ji aliyên komên Talîbanê ve zêdetir dibe. Parêzvanên mafên mirovan, diyar dikin ku di vê pêvajoyê de Talîbanê nêzî 100 ferman weşandine û mafan binpê kirine.

Navenda Nûçeyan – Lêkolînera Efganistanê ya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Ferîşte Abbasî di roja 17’ê Tebaxê de bi welîseya salvegera desthilatdariya Talîbanê de ji ser hesabê xwe yê X (Twitter) peyamek weşand, astengiyên li dijî jinan rexne kir û wiha got: “Di çar salên dawî de jin bûn qurbanên polîtîka û astengiyên Talîbanê.”
Ferîşte Abbasî gotinên xwe wiha domand: “Piştî ku di Tebaxa 2021’ê de Talîban li Efganistanê hat ser desthilatdariyê, li welat şîdet zêde bû, krîzeke mirovî ya mezin çêbû. Nêzî 23 milyon Efgan ango ji nîvê nifûsê zêdetir dê heta dawiya vê salê bê xurek bimîne. Efganên ku paşve şandine Efganistanê yan jî hatine dersînorkirin bi bêkarî, pergala tendirustiyê ya xarab û bi alîkariya bi sînor a mirovî re rûbirû ne.”
‘Gelek sûc hatine belgekirin’
Ferîşte Abbasî bal kişand ku jin di warê perwerde, azadiya ramanê û gera li derve de bi astengiyên mezin re rûbirû ne û got: “Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din, bûyerên înfazên derzagonî, windakirina mirovan, binçavkirina kêfî, îşkence û muameleyên xirab ên li dijî xebatkarên dewletê yên berê belge kirine.”
‘Salvegera bîranîna tarîtiyê û binpêkirina mafên mirovan’
Ferîşte Abbasî, salvegera rêveberiya Talîbanê bi gotinên; “Bîranîna tarîtî û binpêkirina mafên mirovan” bin av kir û wiha domand: “Di çaremîn salvegera hatina Talîbanê de, tenê tişta ku li Efganistanê tê bîra mirov, tarîtî û binpêkirinên li dijî mirovan in lê di heman demê de banga çalakiyek e. Hemû hikumet divê şandina bi darê zorê ya Efganên li welatê xwe rawestînin û ji bo wan kesên di bin xeterê de riyên bi ewle bibînin. Hikumetên ku bi Talîbanê re têkilî danîne divê zextê li Talîbanê bikin ku dawî li zextên li ser jinan bîne.”
Ferîşte Abbasî her wiha bang li Konseya Mafên Mirovan a NY’ê kir ku ji bo Efganistanê demildest mekanîzmayek hesabdayînê ava bike, ev mekanizma binpêkirina lêkolîn bike, delîlan berhev bike, di heman demê de pisporên mafên mirovan ên NY’ê xebatên xwe yên jiyanê ên li Efganistanê bi bi encam bikin.
‘Çar sal in ji mafên xwe û rûmeta xwe bêpar mane’
Alîkara karên siyasî ya Misyona Alîkariya Efganistanê ya NY’ê (UNAMA) Georgette Gagnon jî bal kişand ku jin di van çar salan de ji mafên xwe û rûmeta xwe ya mirovî bêpar mane û wiha got: “Çar sal in bi hatina Talîbanê re li welat jin ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin. Astengiyên li ser perwerde, îstîhdam û azadiya civakî, jinan ji hemû qadên giştî bêpar kir û wan xist nava çar dîwaran. Dûrxistina jinan ji perwerde û aboriyê, li welatê ku di nava krîzê de bû, krîz kûrtir bû. Efanistana ku bere jî di nava krîza aborî, xizanî û girêdana bi alîkariya derve re bû, niha bi qeslkirina rola jinan zêdetir di warê navneteweyî de îzole bûye û her diçe bi paş dikeve. Nêzî sed stengiyên Talîbanê yên li dijî jinan, ferman û pêkanînên xirab awayê bîrdozî û otorîteya vê komê nîşan dide. Ev rêxistin û kom nîvê civakê asteng dike, van polîtîkayan, bûn sedem ku jinên Efgan ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bimînin. Tevî çalakiyên rêxistinên mafên mirovan û îtirazên aktivîstan jî Talîban heta roja îro tu nermahî nîşan nade. Ev rewş nîşan dide ku heta zexteke kûrewî ya civakî, siyasî, aborî û dîplomatîk bi stratejiyeke koordîneyî çênebe; dê rewşa jinên Efganistanê neguhere û Talîban tiştên ku dixwaze bike.”