“Ji ber nebûna helwesteke navdewletî dewleta tirk dagirkeriya xwe fireh dike”
Li dijî êrişên dewleta tirk û gefên wê yên dawî, partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişloyê daxuyanek hevpar dan û êrişên dewleta tirk şermezar kirin.
Qamişlo- Li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Kurdistanê ku bi balafirên bêmirov sivîl û pêşengan hedef digre û gefên wê yên li ser Bakurê Sûriyê, îro li Qamişlo 32 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku bêdengiya hêzên navdewletî dibe sedema dagirkeriya xwe firehkirina dewleta tirk.
“Dewleta tirk pêşengên şoreşa me hedef digire”
Daxuyaniya ku ji milê Endamê partiya Selam Telal Muhemed ve hat xwendin, wiha destpê kir: “Tevî ku gelek daxuyanî û helwestên navneteweyî hatin weşandin ku jî dewleta tirk tê xwestin ku li gorî her du peymanên agirbestê yên di Cotmeha 2019'an de hatine îmzekirin û operasyoneke leşkerî û êrîşeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk neyne, ev daxuyanî hatin binpêkirin. Mixabin guhên xwe ker dikin û tirkiyê kiryarên xwe yên dijminatiya li dijî gelên herêmê, bi rêya qirkirina siyasî ya bi balefirên bêmirov û bombebarana li ser axa Rojava û Başûrê Mexmûr û Şengalê didomîne. Herî dawî jî hedefgirtina Cîgirê Hevserokê Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî bû.”
“Ji ber nebûna helwesteke navdewletî, dewleta tirk dagirkeriya xwe fireh dike”
Telal Muhemed di daxuyaniyê de diyar kir ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û nebûna helwesteke navdewletî rê li pêşiya dewleta tirk vedike ku dagirkeriya xwe fireh bike û wiha domand: “Tevî daxuyanî û helwêstên navdewletî ku daxwaz ji Tirkiyê kirin ku gef û destdirêjiyê neke, lê ew projeya xwe ya berfirehkirina herêmê berdewam kir û bajarên Efrîn, Til Abyad û Serêkaniyê dagir kir. Di heman demê de tawanên herî hovane pêk anî. Paqijkirina etnîkî, ji cîhûwarkirina bi darê zorê û guhertina demografîk li dijî niştecihên wê yên resen, ji ber nebûna helwestek tund a Neteweyên Yekbûyî rê li pêşiya dewleta tirk vedike ku kiryarên xwe dewam bike. Vê yekê jî tirkiye tehrîk kir da ku îro bi dagirkirina zêdetir axa Sûriyê projeya xwe ya berfirehkirinê temam bike. Tirkiye ku endamê koalîsyona navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye, li Rojhilata Navîn weke dewleteke hov tevdigere û li dijî gelên herêmê polîtîkayên terora dewletê dimeşîne. Bi salan e li ser sînorên xwe li dijî DAIŞ'ê şer nekiriye. Ew alîkarî û hêsankirina hatina terorîstan bo nav Sûriyê, serkirdeyên terorîstên DAIŞ û El-Nusra li navçeyên ku dagir kirine û her tevgereke nû ya leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê dê hemû destkeftên hevpeymaniya navdewletî û hevkarên wê têk bibe.”
“Pêwîst e pêşiya dewleta tirk werê girtin”
Telal Muhemed bi van gotinan daxuyanî bi dawî kir: “Li ser van gotinan em wek partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatên endamên hevpeymaniya navdewletî dikin ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin, bi taybet Amerîka, Brîtanya û Fransa û Rûsya. Federasyon tedbîrên tund li dijî Tirkiyê bigre û ambargoya hewayî deyne ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku rê li ber êrîşeke nû li ser jiyana bi milyonan kesam bigre. Her wiha em bang li keç û kurên gelê xwe yên li welat û derveyî welat dikin ku ji bo rawestandina vê destdirêjiyê çalakî, çalakî û zextan lidar bixin û hesabê sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê ji Tirkiyeyê bipirsin.”