Ji aliyê Talîbanê ve li dijî jinan qedexeyek nû
Talîbanê biryarnameyek nû derxist û daxwaz kir ku di saziyên sivîl de karmendên jin neyên xebitandin.
Navenda Nûçeyan – Talîbana ku di 15’ê Tebaxa 2021’ê rêveberiya Afganîstanê desteser kir, qedexeyeke din a li ser jinan îmze kir.
Talîbanê bi biryarnameyeke nû îstihdamkirina xebatkarên jin di saziyên sivîl de qedexe kir. Di qerarnameyê de hat ragihandin ku ger biryar neyê girtin wê rêxistin bên qedexekirin û destûra xebatê jî bê betalkirin.