Hunermend Zelal Gokçe di bin çavan de ye
Hunermenda Kurd a ji NÇM'ê Zelal Gokçe li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ê Zelal Gokçe duh bi şev li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.
Der barê sedema binçavkirina hunermend Zelal Gokçe de û piştî girtinê birine kuderê agahî nehat girtin. Hevalên Zelal Gokçe yên hunermend dema biryara binçavkirina wê li ser medyaya civakî ragihandin, wan jî diyar kirin ku ji Zelal Gokçe agahî negirtine.