Hunermend Întîsar El-Hamadî piştî çar salan hate berdan

Di nava siya şermezarkirina binpêkirinên bi pergalî ên li dijî jinan ên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, hunermenda Yemenî Întîsar El-Hamadî piştî zêdetirê çar salan ji girtîgehê derket.

Navenda Nûçeyan – Duh 25’ê Cotmehê Hûsiyan hunermend û model Întîsar el-Hamadî piştî zêdetirê çar salan berdan. Întîsar El-Hamadî di sala 2021’an de dema bi du hevalên xwe re li paytextê li Kolana Heda dimeşiya, hate girtin.

Întîsar El-Hamadî ya di sala 2001’an de ji dayik bû, mîna yek ji hunermendên ciwan û navdar ên Yemenê tê dîtin. Întîsar El-Hamadî, di rêzefîlmên mîna "Sad El-Gharib" û "Ghurbet el-Bun" de rola sereke lîst û di van berheman de bû lîstikvana herî ciwan.

Întîsar el-Hamadî ya di pêvajoya girtina xwe de rastî binpêkirinên cidî hat, îşkence dît û ji xizmetên tenduristiyê bêpar ma; ev sedem bû tûşî nexweşiyên cuda bibe. Doza wê mîna perçeyek a zincîra zext û îşkenceyên bipergalî yên li dijî aktîvîst û hunermendên jin a ji ajiyê Hûsiyan ve tê nirxandin.