“Hikumet guh nade daxwazên karmendan”

Karmendên herêma Başûrê Kurdistanê biryar dan heta ku hikumet muçeyên wan nede wê li beramberî nedana muçeyan baykota dewamê bikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Ev sê mehe muçeyê karmendên şaredariyên Başûrê Kurdistanê û mamostayan nedane. Ji ber vê yekê karmend û mamosta hefteyeke dest bi çalakî xwepêşandanan kirine û li qadan daxwaza mafê xwe dikin.

Karmenda rêveberiya çap û belavkirinê ya Silêmaniyê Nask Hemze ku bejdarî çalakiyan bûye da diyarkirin ku ev sê mehe hikumet muçeyê wan nedaye û got: “Rewşa me xirab bûye, muçeyê me nayê dayî da ku em bidin kirê û mesrefa rê û xwendina zarokên xwe. Kesek sê mehan muçe negre gelo wê çawa jiyan bike.  Divê hikumet bi xwe were bi çavê xwe xelkê bibine û bila vî muçeyî ji weke yên dinê nexwin.”

“Em daxwaza mafê xwe dikin”

Karmenda şaredariyê Tavan Sedîq jî di derbarê nedana muçeyan de wiha got: “Ev 30 sale ez xizmetê dikin, ez ne keyfxweşim ku ji ber muçeyan çalakî bikim û biçim ber deriyê banqê, lê belê hikumetê ev xelke neçarî hemû tiştan kiriye. Divê hikumet û desthilat ji xwere dirokekê nû tomar bikin ku têde gendelî nebe, bila dîrokek paqij be. Da ku ev hikumete êdî muçeyê vî gelî nexwe û mafê hemûyan bide.”

“Di dabeşkirina mûçeyan de cûdahî di nava bajara de dikin”

Karmenda Şaredariya Bekrecû Hemîde Mehmûda ku di xwepêşandanê de amade daxwaz ji desthilat û hikumetê kir têbigihin ku cûdahiya di nava bajarê Silêmanî û Hewlêr çiye ku muçeyê dezagahên Hewlêrê didin lê yên bajarê Silêmaniyê nadin û wiha got: “Em rojane bi rêk û pêk diçin ser karê xwe û mefê me tê xwarin, weke karmendekê di van çalakiyan de yê ku ziyanê bibinin cardin hejarin, lê belê em hemû mecbûrin baykot bikin û zextê li hikumetê bikin daku muçeyê me bidin.”