Li Hewlêrê jinek ciwan ji ber gefên mêrekê dawî li jiyana xwe anî!
Jina ciwan Aryan Mihemed a xwendevana peymangehê ye li Hewlêrê ji ber gefên mêrekê xwe ji avahiyekê avêt û dawî li jiyana xwe anî.
Navenda Nûçeyan – Li Hewlerê jina ciwan Aryan Mihemed a xwendewana pêymangehê bû ji ber gefên mêrekê xwe ji avahiyê avêt û dawî li jiyana xwe anî.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan a Hewlerê bi daxûyaniyekê çapemeniyê da diyarkirin ku jinekê ji ber gefên mêrekî dawî li jiyana xwe anî ye û mêrê ku bûye sedema xwe kûştina jinekê di destê wan de ye.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê rêveberiya Polîsan a Hewlerê ve hat dayîn di 19’ê Nîsanê de jina ciwan Aryan Mihemed a xwendewana pêymanegê ya beşa Pirtûkxane û Zanyariyê wenda bûye û piştî bi daxwaza lêkolînkirina malbatê di 21’ê Nîsanê de piştî dû roj ser wendabûna wê cenazeyê Aryan Mihemed li ser rêya Kerkukê hatiye dîtin. Her wiha hat ragihandin ku di encama lêkolînê de derketiye holê ku jina ciwan Aryan Mihemed ji ber gefên mêrekî ku navê wî bi zanebûn nehat dayîn, dawî li jiyana xwe aniye.
Di demên dawiyê de xwekuştin û mirina jinan a bi guman li Başûrê Kurdistanê zêde bûye.