Jin ji êrîşên Talîbanê re dibêjin "raweste"!

Xwepêşanderên jin ên Afganî ji bo ji polîtîkayên qirkirinê yên Talîbanê ya li parêzgehên başûr gotin ‘raweste’ û çalakî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Penjshîr ê Afganîstanê jinan diyar kir ku Talîbanê li parêzgehên başûrê welat û li cihên niştêcihbûne qirkirin pêktinê û ji bo ew pêkanîn demildest bê rawestandin bang dikin.

Di çalakiya ku ji aliyê endamên ‘Tevgera Jinan a Yekîtî û Piştevaniyê’ ve hat lidarxistin de, jinên ku diyar kirin welat nikare bi zîhniyeta Talîbanê were bi rêvebirin û xwestin dawî li kuştina sivîlan û binpêkirina mafê jiyanê yên li parêzgehên Penjshîr, Andarab û Takharê bê anîn.

Jinên ku bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî kirin, hişyarî kirin û gotin ‘Bi derewên Talîbanê nexapin’.