‘Hevserokatî modelek azadiyê ye’
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li şûna wê qeyûm hat avêtin anî ziman ku tevgera azadiya jinên Kurd siyasetê demokratîk dike û ev bi modela hevserokatiyê şênber bûye. Gulistan Sonuk destnîşan kir ku hevserokatî ‘modelek azadiyê’ ye.

AXÎN BAHAR
Êlih – Piştî hilbijartinên herêmî yên salên 2016, 2019 û 2024’an li bajarên Kurdan yek bi yek qeyûm avêtin ser şaredariyan. Yek ji sûcdariyên mezin ên ji qeyûman re kirin hincet jî modela Hevserokatiyê bû.
Baş e, hevşaredarî çi bû? Dema ku em li pişt perdeya dîrokî dinihêrin, modela Hevsorakatiyê yekem car ji aliyê Partiya Keskan a Alman ve hat pêkanîn. Piştî ku Partiya Keskan vê pergalê pêk anî di nav pêvajoyê de Hevgirtina Azad a Ewropayê ya Partiya Keskan a Ewropayê (EFA), Koma Çep a Yekbûyî ya Parlamentoya Ewropayê/Koma Partiya Kesk a Îskandînav (GUE/NGL), Koma Hevgirtina Azad a Keskan û Ewropayê (Greens/EFA), Partiya Çep a Almanyayê, Partiya Keskan a Almanyayê, Partiya Keskan a Swêdê jî di nav partiyên siyasî yên ku pergala Hevserokatiyê pêk anîn de cîh girtin. Lê ev modêla ku bi Partiya Keskan a Alman destpê kir, li Ewropayê zêde belav nebû. Li Kurdistanê jî bi Tevgera Azadiya Kurd re piştî ku jinên Kurd êdî di qada siyasetê de xuya bûn, dest bi pêkanîna pergala Hevserokatiyê hat kirin.
Kurdan yekem car di sala 1990’an de bi avakirina Partiya Kedê ya Gelan (HEP) bi nasnameya Kurd dest bi siyasetê kirin. Di sala 1991’an de Komeleya Jinên Welatparêz ava kirin û bi vî awayî jinan qadên xweser ava kirin. Di hilbijartinên giştî yên sala 1991’an de ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî 10, HEP’ê bi Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) re hevgirtin çêkir. Tekane namzeta jina a HEP’ê, Leyla Zana bû.
Bi HADEP’ê re kotaya jinê hat pêkanîn
Di HEP’ê û Partiya Demokrasiyê (DEP) de hejmara jinên rêveber ji 3 kesan derbas nedibû. Piştî ku DEP hat girtin, di 11’ê Gulana 1994’an de Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) hat avakirin. HADEP, ji bo jinên Kurd bû mîladek û jinan di komîsyonên jinan ên hatin avakirin de bi awayek çalak cîh girtin. Di sala 2000’î de kongre pêk hat û di vê kongreyê de Baskên Jinan hat avakirin. Di kongreyê de bi xala pêvek a 4'emîn re, rêgeza ‘Cudaxwaziya pozîtîf’ li rêziknameyê hat zêdekirin. Di sala 2002’yan de jî di nav HADEP’ê de yekem car dest bi pêkanîna “kotaya jinê” hat kirin. Jinên Kurd ku êdî bi daxwazên xwe yên xweser jî di qada siyasetê de cîh girtin, di demeke kin de bûn pêşengên qada siyasî jî.
Bi DTP’ê re Modela Hevserokatiyê
Piştî ku Partiya Gelan a Demokratîk (DEHAP) xwe fesih kir, di 9’ê Mijdara 2005'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat avakirin û rêwîtiya Kurdan a di siyasetê de berdewam kir. Di nav DTP’ê de, dest bi pêkanîna kotaya zayendî ya ji sedî 40 hat kirin. Kotaya jinê ya ku bi ji sedî 25 destpê kir, piştre bi sedî 40, piştre jî sedî 50’yî gihîşt asta temsîliyeta wekhev. Êdî di şûna “baskên jinan” de “Meclîsa Jinan” û modela “Hevserokatiyê” tê pêkanîn.
Ji bo ku Hevserokatî di nav partiyên siyasî de bê pêkanîn, kampanyayek îmzeyan hat destpêkirin û îmze ji Parlementoya Tirk re hat pêşkêşkirin. Di vê pêvajoyê de siyasetmedarên Kurd Aysel Tugluk û Ahmet Turk, bûn yekem hevserokên giştî yên DTP’ê.
Di pêvajoya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk dihatin de yanê di 13’ê Adara 2013’an de di çarçoveya “pakêta demokratîkbûnê” yê hat amadekirin de, guhertin hat çêkirin û pergala Hevserokatiyê bi sererastkirina yasayî hat diyarkirin. Di 13’ê Adara 2014’an de jî di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat weşandin û ket meriyetê.
Modela Hevserokatiyê ku ji aliyê civakê ve hat pejirandin, di serî de li şaredariyên li Kurdistanê, îro di hemû rêxistinên bajar û navçeyên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd de tê pêkanîn.
Ev serkeftina ku jinên Kurd bi dayîna bedêlên mezin bidest xistiye, îro jî bûye hedefa desthilatiya AKP’ê. Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2024’an de çêbûn, di nav 11 mehan de ji bo 12 şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) de, qeyûm hat tayînkirin.
Di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de DEM Partiyê ji bo Şaredariya Êlihê raya herî zêde stend. Lê di 4’ê Mijdarê de AKP’ê di şûna Hevşaredarên DEM Partiyî de qeyûm tayîn kir. Em bi Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk re li ser Modela Hevserokatiyê û polîtîkayên qeyûman ên li ser jinan, axivîn.
‘Tevgera Jina Kurd siyasetê demokratîk kir’
Gulîstan Sonuk, cîhê jinan ê di siyaseta Tirkiyê de nirxand û diyar kir ku di salên 1990’î de bi cîhgirtina jinan a di qada siyasetê de, siyaseta li Tirkiyê jî dest bi demokratîkbûnê kiriye.
Gulîstan Sonuk da zanîn ku li Tirkiyê di salên 1930’yî de mafê ji bo ku bibjêrin û bên bijartin, bi makezagonê hatiye misogerkirin, lê di pratîkê de navê jinê jî nehatiye bilêvkirin. Gulîstan Sonuk, wiha got: “Beriya tevgera jina Kurd, hejmara siyasetmedarên jin a di siyaseta Tirkiyê de kêm bû. Yên heyî jî, bi awayê fizîkî hebûn. Ferasetek siyasetê ku nêrîna jinê nîşan bide, azadiya jinan bike armanca yekem, tunebû. Lê piştî salên 90’î, têkoşîna azadiya Kurd di siyasetê de derket pêş û bi vê yekê re tevgera jina Kurd di siyasetê de cîhê xwe girt, di şaredariyan de temsîliyeta jinan çêbû, di Parlamentoyê de jinan dest bi nûneriya Kurdan kir, bi vê yekê re jî li Tirkiyê siyaset hinek demokratîktir bû.”
‘Rêveberiyên herêmî bingeha avakirina neteweya demokratîk in’
Gulistan Sonuk, bal kişand ku piştî jinan di rêveberiyên herêmî de cihê xwe girtin, di civakê û siyasetê de guherîn çêbûn. Gulîstan da zanîn ku avakirina civaka demokratîk bi siyaseta demokratîk pêkan e û wiha got: “Her ku jinan di rêveberiyên herêmî de cihê xwe girtin, dîtin ku feodalîzma di civakê de kêm dibe. Civakê jî vê yekê dît. Rêveberiyên herêmî bi civakê re yek in, teşe didin civakê. Ji bo me rêveberiyên herêmî, bingeha neteweya demokratîk û avakirina bingeha modernîteya demokratîk in. Em dikarin bi rêveberiyên herêmî û hêzên bajar re pir bi hêsanî bibin hevpar. Dema ku polîtîkayên li bajar ten diyarkirin, em jinan, ciwanan, komên di nava civakê de xwedî derfetên kêm in, ji hemû komên baweriyan tevlî dikin. Ji ber ku ne weke nûnertî, em di rêveberiyên herêmî de rasterast bi gel re dixebitin.”
‘Bi nêrîna jinan polîtîka tên pêkanîn’
Gulistan Sonuk diyar kir ku gavên demokratîkbûn û azadiyê ger ji cihî werin avêtin dê mayînde bin û bal kişand ser guherînên ku piştî jin tevlî rêveberiyên herêmî bûne çêbûne. Gılistan Sonuk, wiha domand: “Li taxan civîn tên lidarxistin û wisa biryar tên girtin. Beriya ku der barê kolanê de biryar were girtin, bi şêniyên taxê re îstîşare çêdibe. Jin bajaran bi nêrîneke ekolojîk ava dikin. Dema ku em di rêveberiyên herêmî de polîtîkaya îmarê pêk tînin, di heman demê de polîtîkaya ekolojîk jî em pêş tînin. Xebatên çandê jî li gorî bingeha wan a dîrokî tên meşandin. Ji vî aliyê ve bêguman di hemû merheleyên siyasetê de, girîng e jin di hemû astên siyasetê de bibin xwedî biryar.”
‘Qeyûm êrîşa li dijî nûnertiya wekhev e’
Gulistan Sonuk bal kişand ser qeyûmên ku avêtine ser şaredariyên Kurdistanê û qeyûman weke êrîşeke li dijî nûnertiya wekhev nirxand.
Gulistan Sonuk got ku karê pêşîn a qeyûman pasîfîzekirina qadên ku rêxistinbûnan jinan bi hêz dikin bû, wiha domand: “Ji sala 1999’an ve heta 2016’an me dît ku bi jinan bajar demokratîk bûn. Li bajaran zayendperestî kêm bû, civak zêdetir azadîxwaz bû. Ev yek ji bo desthilatdariyek ku xwe li ser yekperestî, olperestî, netewperestî û zayendperestiyê ava dike rewşek bi xeter bû. Hevserokatiyê hincet nîşan dan û qeyûman avêtin ser şaredariyan. Pratîka wan a pêşîn jî polîtîkayên dijminihaya jinan bûn. Saziyên jinan hatin girtin ên vekirî jî vala bûn. Bi avêtina qeyûman re, hevşaredar ji peywirê hatin avêtin, li ser rêveberiyên herêmî yekperestî hat ferzkirin, nûnertiya jinan bi dawî bû.”
Modeleke azadiyê: Hevserokatî
Gulistan Sonuk bi gotinên; “Em modela xwe ya hevserokatiyê, di heman demê de weke modela azadiyê dinirxînin” diyar kir ku di rêveberiyên herêmî de bi polîtîkayên şerê taybet, li ser îradeya jinan nîqaş tên kirin. Gulistan Sonuk diyar kir ku tevî hemû hewldanan jî di navbera 81 bajaran de li Êlihê ji sedî 64.2 dengên bilind girtine û hatin hilbijartin. Her wiha diyar kir ku tevî qeyûman jî xebatên jinan didomînin.
‘Têkoşîna esasî li kolanê ye’
Gulistan Sonuk, axaftina xwe wiha domand: “Piştî avêtina qeyûm jî em xebatên xwe didomînin. Dibe ku şaredarî hatibin desteserkirin lê cihê têkoşînê kolan in. Têkoşîna sereke bi jinan re ye. Belê rêveberêiyên cihî pir girîng in lê em di wê baweriyê de ne ku ji bo têkoşîna bi şîdetê re, pêdivî bi dîwaran tune ye, dîtina jinek rastî şîdetê hatiye bes e. Ji bo em li dijî feraseta mêr têbikoşin pêdiviya me bi çar dîwaran tune ye, dîtina mirovên ku li dijî vê rewşê disekinin bes e. Em di nava gel de ne. Gel hê jî me îradeya xwe dibîne lê yên avêtine cihê me, bihêle bi tena serê xwe derkevin derve, li malên xwe jî xwe de ewlehiyê de nabînin. Ger kes, xwe di malê de di ewlehiyê de hîs neke, tê wateya ku kes wî/ê naxwaze. Nikarin derbikevin nava gel, bi lezûbez bi wesayîdên zirxî vedigerin. Ew bi xwe jî dizanin meşrû nîn in.”
‘Çareseriya pirsgirêka Kurd dê pirsgirêka jinan jî çareser bike’
Gulistan Sonuk bal kişand ser meseleya Kurd a bi salan e didome û got ku şîdeta li ser jinan, ji vê meseleyê cuda nîn e. Gulistan Sonuk bal kişand ser daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hat dayîn û got: “8’ê Adara 2025’an, dê ji yên din cudatir be. Meseleya Kurd heye, di vê 8’ê Adarê de dê li ser çareseriya vê meseleyê nîqaş werin kirin. Perspektîfên birêz Abdullah Ocalan, nîşan didin ku bi azadiya jinan dê ev mesele çareser bibe. Em dizanin ku çareserî, bi xwe re çareseriyan tînin.”
Banga ji bo 8’ê Adarê
Gulistan Sonuk bi wesîleya hefteya 8’ê Adarê, hemû jinên ku bi zanîna nasnameya xwe hatine ba hev vexwend qadan û wiha bi dawî kir: “Dê 8’ê Adarê bibe destpêka vê têkoşînê. Li dijî desthilatdariya ku qeyûman davêje ser şaredariyên me, divê her kes 8’ê Adarê li qadan be. Ger li dijî me pergalek bi feraseta mêr heb, divê îradeya jinan a ku xwe li dijî vê yekê bi rêxistin kiriye jî hebe.”