Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê bi berga "Jina gotin û pênûsê: Nagihan Akarsel" weşiya.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê di hejmara xwe ya 136'emîn de li ser ji sembolên têkoşîna jinê ya kurd Nagihan Akarselê hûr bûye.   

Nivîsa bi ser navê "Helwesta Birûmet a Hebûniyê" a Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û rojnamevan û nivîskar Nagihan Akarselê ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, ji kovara Jineolojiyê hatiye wergirtin. 

Di hejmara nû de nivîsên Nagihan Akarselê, Dicle Muftuogluyê, Oya Açan, Beste Argat û Sevcan Kadirogûylê hene.