Hêjmara kesên ku li Lubnanê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 189

Di êrişên artêşa Îsraîl de ji 8’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Lubnanê pêk anîn de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 189 û hêjmara birîdaran jî bû 14 hezar û 78.

Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristî ya Lubnanê de, daneyên kesên ku di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên Îsraîlê yên ji 8’ Cotmeha 2023’an û vir ve li Lubnanê hatin kirin de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 3 hezar û 189 û hêjmara birîdaran bûye 14 hezar û 78. Hat diyarkirin ku ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 815 jê jin û zarok in, 188 jî xebatkarên tenduristiyê ne.

Artêşa Îsraîlê yê ji 8’ê Cotmeha 2023’an şer û pevçunên kontrolkirî didomîne, di 23’ê Îlona îsal de êrişeke esmanî a tund  bir ser bajarê başurê Lubnanê û her wiha herêmên Bekaa û Baalbekê. Hat diyar kirin ku li Lubnanê ji ber topbaranên Îsraîlê 100 hezar kes koçber bûne.