‘Divê jin bihêztir bibin û xwe biparêzin’

Endama Buroya jinan a Partiya Neteweyî ya Sûriyeyê Fatîma Al-Faraj diyar kir ku ji şer û pevçûnên çekdarî yên li Rojhilata Navîn herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in û divê jin li hemberî vê yekê xwe xurt bikin û biparêzin.

DELAL RAMADAN

Hesekê – Li gel şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojhilata Navîn dest pê kiriye, jin bi cihêkariyê re rû bi rû tên û tundiya li dijî wan zêde dibe. Jin bi tundiya zayendî ya civakî re rû bi rû tên, jinên aktivîstên mafên mirovan tên hedefgirtin û herî zêde jin ji şer zirarê dibînin, ji cihên xwe dibin.

Endama buroya jinan a Partiya Neteweyî ya Sûriyeyê Fatîma Al-Faraj ji ajansa me re axivî û got: “Sûriye, Xeza û Lubnan, di nav de kaosa şer a li Rojhilata Navîn, herî zêde jin zirarê dide jinan. Herî zêde jin rastî qetilkirin û her cure tundiyê tên, ji cihê xwe dibin, tên windakirin, girtin, bi tecawizê re rû bi rû tên, zewaca di temenê biçûk de li wan tê ferzkirin, xizan, bê perwerde dimînin û berpirsiyariya malbatê dikeve ser milên wan.”

‘Zagonên ji bo parastina mafên jinan nayên pêkanîn’

Fatîma Al-Faraj diyar kir ku jin tevî trajediyên di pevçûn û encamên şeran de dijîn jî zagonên ku mafên wan diparêzin û pêşî li tundî û cihêkariyê digrin nîn e û wiha got: “Heta niha zagonên taybet ên ku jinan di demên şer de diparêzin nîn in. Her çendî Neteweyên Yekbûyî zagona hejmar 1323 a ku di şer de mafên jin û zarokan diparêze weşandibe jî ev biryar tenê li ser kaxezê maye û neketiye meriyetê. Tu zagonek ku jin û zarokan ji her cure bêedaletî, îşkence û destdirêjiyê biparêze nîn e.”

‘Nebûna zagonan rê li ber zewaca di temenê biçûk vedike’

Fatîma Al-Faraj da zanîn ku li welatên şer lê heye, bûyerên tundiya li dijî jinan zêde bûne û rewşa jinan xirabtir e, ev jî rê li ber felaketên mirovî vedike û got: “Ger zagonên ku mafên jin û zarokan diparêzin nebin, wê tundî zêdetir bibe. Tunebûna zagonên ku mafên jinan diparêzin rê li ber bêparbûna ji perwerdeyê û zewaca di temenê biçûk de vedike. Weke li Sûriyeyê, li herêmên şer, şertên xirab ên ku malbat dijîn, diyardeyên zewaca di temenê biçûk de zêde bûye û gelek jê ji bo bi bacek kêm bixebitin dest ji dibistanê berdane û ji aliyê xwediyên kar ve keda wan tê xwarin. Gelek jin hatin qetilkirin, girtin an jî rastî êrişên zayendî hatin.”

Fatîma Al-Faraj destnîşan kir ku dema DAIŞ hinek aliyên herêmê xistin destên xwe, li dijî jinan qanûnên ne adil ferz dikir û got: “Jinên li herêmên Sûriyeyê û bi taybetî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di dema DAIŞ’ê de, qanûnên ne adil li wan dihatin fezkirin û weke amûrek dihatin bikaranîn, weke koleyan li bazaran dihatin firotin.”

‘Jin tên hedefgirtin’

Fatîma Al-Faraj wiha domand: “Dema herêma me ji DAIŞ’ê hat paqijkirin, jin li herêmên Rêveberiya Xweser, vegeriyan jiyana xwe û mafên xwe bi dest xistin. Lê belê bi dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve, êşên jinan du qat bûn û jin li van deran jî rastî kuştina bi qesd, gef, girtin, tecawiz û hemû cureyên tundiyê hatin. Jinên rêveber û parêzvanên mafên jinan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Li dijî van hemû kiryaran civaka navneteweyî bêdeng e û tiştek nake. Ji destpêka krîzên li Sûriyeyê ve heta niha, tevî hebûna bi dehan peyman û zagonên ku daxwaza parastina mafên jinan dikin. Em rastî sazî û rêxistinek navnetewî ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê û dewleta Tirk de mafên jinên mexdûrên tundiyê di parêzin nehatin.”

‘Divê jin têkoşîna xwe bilind bikin’

Fatima Al-Faraj li dijî hemû pêkanînên ku azadiya jinan sînordar dikin û rola wan a di jiyanê de zehmet dikin banga têkoşînê kir û got: “Ji bo jin pêşî li komkujiyên li ser xwe bigrin û mafên xwe biparêzin divê kesayeta xwe bi hêz bikin, parastina xwe û jinên ku rastî tundiyê tên bikin, li dijî her cure êrişê rawestin û li dijî zihniyeta dewletê û serdestiya otorîter a dewletê têkoşîna xwe bilind bikin. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî şer û êrişên li ser jinan dubare dibin, jin di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin û xwedî artêşa xwe ne jî Hêzên Parastina Jin û gelek rêxistin û tevgerên jinan ên ji bo mafên jinên bindest li Sûriye û cîhanê dixebitin hene.”