Guherîna avhewayê pêşeroja zarokan tehdît dike
Rêxistina Mafên Zarokan a ku mafên zarokan diparêze, der barê guherîna avhewayê li seranserê cîhanê jiyana milyarek zarokan tehdît dike, hişyarî kir.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Mafên Zarokan, der barê nîşaneyên guherîna avhewayê ku li seranserî cîhanê li ser milyarek zarokan gef dixwe hişyarî da û xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku di deh salên borî de li seranserê cîhanê bandora guherînê ya xirab hebûye. Rêxistinê ragihand ku nîşaneya sala 2022’an ji bo nifşên niha û pêşerojê yên zarokan metirsî dide û guherîna avhewayê ya zêde bûye li ser pêşeroj û mafên wan ên bingehîn gef dixwe.
"Guherîna avhewayê ji bo nifşên pêşerojê bi metirsî ye"
Rêxistinê da zanîn bandorek girîng a Kovîd-19 li ser zarokan heye, diyar kir ku zarok ji ber astengiyên di sektora tenduristiyê de dem bi dem ji xwarin û dermanan bêpar dimînin û ev yek bûye sedema mirina nêzî 286 hezar zarokên di bin temenê pênc salî de. Damezrîner û serokê rêxistinê Mark Dollart di daxuyaniya xwe de diyar kir ku avhewa bi lez diguhere û ev yek pêşeroj û mafên bingehîn ên zarokan dixe xeterê û wiha got: “Nîşaneyên di sala 2022’an de ji bo nifşên me yên niha û pêşerojê metirsîdar e.”
Li gorî Endeksa Mafên Zarokan a sala 2022’an, li cîhanê hejmara zarokên karker di bîst salan de cara yekem derket 160 milyonî ango di çar salên dawî de gihîşt 8,4 milyonî.