Girtiyên jin di çalakiyê de ne

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê dimînin li hemberî lêgerîna sêbare ya beriya derketina hevdîtina vekirî, bi lingên tazî derketin hevdîtinê.

Navenda Nûçeyan- Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, girtiyên siyasî 3 lêgerînên cuda yên dema derketina hevdîtine vekirî tên kirin şermezar dikin. Girtiyên jin bi lingên tazî derketin hevdîtine.

Li gorî nûçeya Ethayê, Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, da zanîn ku di qawîşêkî 8 kesî de 16 kes dimînin, mafên xwe yên hewayê di qadeke 7x5 metrekare de bi kar tînin û dema derdikevin hevdîtina vekirî 3 caran legerîn li ser wan tê ferz kirin. Fethiye Ok diyar kir ku, li hemberî van ferzkirinan bi lingê xas ji hevdîtinê hatine û bi vê awayê protesto kirine.