Gelên cîhanê ji bo Jîna Mehsa Emînî rabûn serhildanê

Li Ewropayê û ji çar aliyên cîhanê jin li dijî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin û ji ber şîdeta ku li dijî serhildêrên li Îranê pêk tîne; derketin kolanan.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê piştî ku Jîna Mehsa Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin, ji bo desteka serhildanên civakî yên li Îranê, bi hezaran jin li gelek welatên Ewropayê derketin kolanan. Li kolanên Ewropayê dirûşmên “Jin jiyan azadî” bilind bûn.

Li bajarê Frankfut ê Elmanyayê, ji ber qetilkirina Jîna Mahsa Emînî û serhildanên ku piştî wê çêbûn, mîtîng hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi pêşengiya PAJK, KODAR û KJAR’ê hatin lidarxistin de belavokên Kurdî, Farsî û Elmanî hatin xwendin. Di belavokan de, bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li Rojhilat û Îranê hat şermezarkirin.

“Bila gelê me derkeve qadan”

Ji bo desteka ji xwepêşandanên civakî re, bi hezaran jin, li peytexta Elmanya Berlînê meşiyan. Li bajarê Hambûrgê, bi hezaran jin bi banga Meclisa Jinan a Rojbîn li hev kom bûn û qetilkirina Jîna Mehsa Emînî şermezar kirin. Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Jinan a Rojbîn Medya Rojhilat axivî û diyar kir ku divê gel li dora berxwedan û serhildanê kom bibin û got: “Dirûşmên jin jiyan azadî êdî bûne hêviya jinên cîhanê. Li dijî polîtîkayên qirker ên rejîma Îranê divê em hêviya jinan bi berxwedanê mezintir bikin, vê rejîma kujer hilweşînin.” Li ser navê PJAK’ê jî Salah Hosseînpour axivî û got: “Divê em li vê berxwedana Rojhilat û Îranê xwedî derbikevin. Bila gelê me derbikeve kolanan. Îro roja serhildanê ye.”

Li Koln, Mannheim û gelek derên din jin ji bo Jîna Emînî li hev kom bûn û porê xwe jêkirin.

Avusturalya

Yek ji cihên çalakiyan jî bajarê Avusturalyayê Sydney bû. Çalakiya ku bi Koorînasyona Piştgiriya bi Jîna Mehsa Emînî re û Komîsyona Ciwanên DKTM a Sydneyê DKTM jê re pêşengî kirin, bi beşdariya gelek saziyên femînîst û nûnerên partiyên siyasî pêk hat. Di çalakiyê de li gel stranên berxwedanê yên Îranê, dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” bilind bû.

Norveç

Li paytexta Norveç Osloyê jî bi hezaran Kurdistanî, li pêşiya avahiya Meclisa Norveçê kom bûn. Di çalakiyê de gelek parlamenterên Norveçî û nûnerên rêxistinan axivîn û peyamên piştgiriya ji bo gelê Îranê û gelê Kurd dan.

Hollanda

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî meşa bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî” hat lidarxistin. Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Ronahî gelek kes li hev kom bûn û bi zimanê Kurdî, Farsî, Înglîzî û Flamanî peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

Fînlandiya

Tora Piştgiriya Kurdistanê ku ji rêxistinên Kurd û Fînî pêk tê, ji ber endamtiya Fînlandiyayê ya bi NATO’yê ku pê ve girêdayî hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike; li pêşiya Parlamentoya Fînlandiyayê hatin ba hev. Di axaftinên li vê derê de hat xwestin ku Fînlandiya li nirxên demokrasiyê xwedî derbike û li dijî gelê Kurd bi dîktaroran re bazarê neke. Çalakger dûre beşdarî çalakiya ku bi armanca piştgiriya bi serhildanên gel ên li Îranê re hatibû organîzekirin bûn.

Li paytexta Avusturya Viyanayê, li bajarê Stockholm ê Îsveçê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin.