Li Mexrîbê jinan ‘Maf û Dadmendiyê’ nîqaş kir

Civînek ku ji hêla Komeleya "Maf û Dadmendî" ve li Casablancayê hate organîzekirin, kêmasiyên qanûna Mexrîbê ya li ser têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan ku tevî ku 7 sal in di meriyetê de ye jî nikare çareser bike, destnîşan kir.

MexrîbHeft sal piştî ku qanûna li ser têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan ket meriyetê, pispor û çalakvanên mafên mirovan sînorkirinên wê di çareserkirina formên şîdetê yên nûjen de piştrast dikin. Ji ber ku ew tecawiz zewacê nagire nav xwe û şîdeta siyasî an dîjîtal nas nake. Ev valahiyên di parastinê de û bangên zêde ji bo nirxandin û berfirehkirina wê, dihêle. Ji bo ku bi standardên navneteweyî re ji bo mîsogerkirina parastina berfireh a mafên jinan li hev bike, gur dike. Roja 4’ê Kanûnê, Komeleya Maf û Dadmendiyê li Casablancayê civînek mafên mirovan bi dirûşmeya "Ji bo Guhertineke Rastîn ji bo Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jin û Keçan û ji bo Qanûneke Bibandor û Berfireh ji bo Parastina Wan" li dar xist. Civînê çalakvanên ji civaka sivîl û hejmarek pisporên di mijarên zayendî de, anîn cem hev.

Ev civîn di çarçoveya kampanyaya 16 Rojên Çalakvaniyê ya li dijî Şîdeta Li ser Bingeha Zayendî de û her wiha di nav nîqaşa neteweyî ya li ser nirxandina Qanûna 103. 13 ya li ser têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de, hat lidarxistin. Qanûna 103’yemîn, di sala 2018’an de wekî çarçoveya qanûnî ya berfireh a yekem di vî warî de ket meriyetê. Bangên ji bo adaptekirina wê ya bi guhertinên civakî û standardên navneteweyî yên pejirandî re, zêde dibin.

Mijara zewaca zarokan nîqaş kirin

Di dema civînê de, beşdaran hejmarek pirsgirêkên ku qanûna Mexrîbî di forma xwe ya heyî de hîn jî nikare çareser bike an jî bi zelalî sûcdar bike, anîn ziman. Di nav van mijaran de ya herî berbiçav, kurtajek ne ewle ye. Beşdaran dan zanîn ku nebûna berdewam a nivîsek qanûnî ku îstîsnayan destnîşan dike an jî rewşên destûrdayî rêk dixe, gelek jinan neçar dike ku serî li kurtajên nepenî bidin, ku jiyana wan dixe xetereyê. Her wiha bal kişandin ser mijara zewaca zarokan û diyar kirin ku ji ber nebûna mekanîzmayên zelal ên astengkirinê, berdewamiya wê cureyek îstismarê ye.  Wekî din, li ser înkarkirina mafên mîrasê nîqaş kirin û destnîşan kirin ku jin di dabeşkirina mîrasê de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin, ku dibe sedema windakirin an derengketina mafên wan.

Pirsgirêkên din ên ku ji hêla beşdaran ve hatine raberkirin, tacîz û şopandina li qadên giştî bûn. Tevgerên ku di jiyana rojane de hevpar in û bi awayekî nezelal sûcdar dimînin nirxandin. Di dawiyê de, li ser şîdeta siyasî ya li dijî jinan axivîn û destnîşan kirin ku hin berpirsên jin ên hilbijartî di dema kampanyayên hilbijartinê de bêyî mekanîzmayên parastinê yên bibandor ji bo teşwîqkirina beşdariya siyasî ya jinan, rastî heqaret û zextê tên. Beşdaran destnîşan kirin ku polîtîkayên giştî di salên dawî de bi awayekî sîstematîk hewcedariyên jinên mexdûrên şîdetê, nemaze di derbarê gihîştina edalet û parastina civakî de, bi hev re neanîne. Wan pergala heyî ya piştgiriya jinan ji ber nebûna budçeyek zelal ji bo bicîhanîna bendên qanûnê, hevrêziya qels di navbera saziyên têkildar de û perwerdehiya domdar a ne bes di warê entegrekirina zayendê de qels dîtin.

Hin mudaxeleyan destnîşan kirin ku qanûna 2018’an di nav pergala dadweriya cezayî de ku dîroka wê vedigere salên 1960’an, hatiye bicîhkirin. Di sepandina wê de gelek nakokî çêbûne. Di heman demê de, şîdeta aborî yek ji bandorên herî mezin ên şîdeta li dijî jinan dimîne, bêyî mekanîzmayên parastinê yên têr.

Amal El-Amîn a ku koordînatora projeyê ya komeleya "Maf û Dadmendî" ye, piştrast kir ku armanca civînê pêşkêşkirina raporek li ser bingeha lêkolîn û ezmûnên meydanî yên di derbarê rastiya şîdeta li dijî jinan de û nirxandina bandora çarçoveya qanûnî ya heyî ye. Wê diyar kir ku qanûna têkildarî şîdeta li dijî jinan hîn jî di nivîsa xwe û pêkanîna wê de ji kêmasiyên bingehîn dikişîne. Wê destnîşan kir ku tecawiza di nav zewacê de û şîdeta sîber, tevî zêdebûna belavbûna wan, li derveyî pênaseyên zelal ên qanûnê dimînin, ku dibe sedema dermankirina dadwerî ya nelihev.

Amal anî ziman ku qanûnê nekariye bi pêşketinên civakî û teknolojîk ên ku bûne sedema şîdeta nû re bimeşe. Wê rave kir ku bicîhanîna tedbîrên parastinê bi zehmetiyên têkildarî hevrêziya sazûmanî ya qels û karûbarên sînorkirî yên ku ji bo jinên mexdûrên şîdetê hene re rû bi rû dimîne. Amal tekez kir ku komele daxwaza nirxandinek berfireh a Qanûna 103.13 û her weha sererastkirina Qanûna Cezayê dike, da ku ew bi erkên navneteweyî yên Fasê di warê têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî de li hev bike.

Amal destnîşan kir ku Peymana Stembolê di vî warî de referansek navneteweyî ya berfireh pêk tîne, ji ber ku ew çarçoveyek zelal ji bo krîmînalîzekirin, pêşîlêgirtin û parastinê peyda dike û banga polîtîkayên giştî yên yekgirtî dike da ku şîdeta li dijî jin û keçan kêm bike. Amal diyar kir ku reformkirina qanûnê êdî ne vebijarkek e, pêdiviyek lezgîn e ji bo mîsogerkirina ewlehî û rûmeta jinan û ji bo ku ew bikaribin bi bandor û dadperwerî bighîjin edalet û parastinê.