Jinên Somaliyê bi deng û rengê xwe di medyayê de veguherîn çêkirin – GOTAR

Di vê serdema ku di qada medyayê de veguherîn zêde dibin, cîhana rastî û dîjîtal ketiye nava hev de, jinên ji Somaliyê, ji nû ve teşe didin dika medyayê û dibin aktorên herî girîng.

LEYLA JAMA*

Jinên Somaliyê yên ku di rûpelên rojname û ji ser ekranên televîzyonan demek dirêj kêm bûn, îro êdî bi deng û rûyekî zelal zêdetir xuya dikin. Niha di civakê de xwedî roleke vegotinê ne û bi berhemdariya xwe dikarin hilberînin.

Bêguman ev veguherîn tesadufî nîn e; bi zorî, têkoşîn û bi sûdgirtina ji derfetên nû yên medyaya nûjen,  dawiya pevajoyeke dirêj e.

Li Somaliyê medyaya kevneşopî (radyo, rojname û şanoyên gel jî di nav de) jin gelek caran bi du qaliban hatin nîşandan: Dayîkên fedakar a ku rola xwe ya di nava malbatê de dilîzin û jinên li gundewaran ku jiyana wan tenê karê malê, xwedîkirin û mijûlbûna bi ajalan re bû. Vê dîmenê her çendî beşek ji rastiya civakî nîşan bide jî; dewlemendî û rengîniya di jiyana jinên Somaliyê de yan jî rola wan a di warê aborî, perwerde û qada giştî de nîşan neda. Hinek saziyên medyayê jî tenê bi van qaliban bi sînor neman; ji ber ku jin di mekanîzmayên biryar û asta edîtoryal de nebûn vê îmajê qewîmtir kir. Bi vî awayî vegotin û nêrîna bi navendîbûna mêr, di medyayê de giraniya xwe domand.

Îmgeya jinan a di navbera êş û berxwdanê de

Di salên 1990’an de bi destpekirina şerê navxweyî re, medyaya herêmî û navneteweyî li ser êş û koçberiyê kûr bû. Jin bi giştî weke mexdûrên pevçûnan hatin nişandan. Vê nêzikahiyê, bû sedem ku jinên li herêmê ji bo aştî û lihevkirinê rolên girîng girtin ser xwe, bi projeyên biçûk malbatan ji xizaniyê rizgar kirin, di tunebûna saziyên fermî de destek dan perwerdeya civakî ji nedîtîve hat. Ji ber pêşkêşkirina kêm, mesafeya di navbera rastî û tiştên dihatin ser ekranê de kûrtir bûn.

Derketina medyaya dîjîtal û platformên dîjîtal, ji jinên Somaliyî re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekir. Vê qadê, platformeke azad bû. Rojnamegerên serbixwe dest bi weşandina nûçe û lêkolînan kirin; jinên influencer ên li ser perwerde, tendirustî û wekheviyê diaxivîn derketin holê, jinên li dîasporayê tecrubeyên xwe yên ji bo avakirina jiyana nû parve kirin. Platformên wek Bîlan Media yên bi tevahî ji jinan pêk dihatin jî bi naverokên xwe yên li ser mijara jinan, di zimanê medyayê de guherînê çêkirin. Vê veguherîna dîjîtal, hêzê da jinên Somaliyê ku îmaja xwe, bi gotinên xwe ji nû ve ava bike û zimanê medyayê her çû dewlemendtir û rasteqîntir bû.

Medyaya dîtbarî dram û şikandina qalibên berê

Di salên dawî de dramayên Somaliyê, dokümanter û fîlmên televîzyonan jinan bi awayekî cuda nîşan dan. Cih da kesên xwedî azwerî, xwendekarên zanîngehê, endezyar an jî bijîjk her wiha jinên hewdêr, siyasetmedar û aktivîsên civakî. Van mînakan, bûn alîkar ku qalibên berê werin şikandin û jinan weke hêmana avakar a civakê pêşî li nêrîneke nû vekirini.

Bi vê yekê re, tevî pêşketina jî jinên Somaliyê hê jî di qada medyayê de bi gelek zoriyan re rûbirû dimînin. Kêmbûna jinan di astên edîtoryal û rêveberî de, tacîz û gefên li ser medyaya dîjîtal li dijî jinan çêdibin, kêmasiya polîtîkayên ji bo parastina jinên di qada medyayê de her wiha kêmbûna perwerdeyên pîşeyî û bernameyên bihêzkirinê ji bo jinên li derveyî bajarên mezin dijîn, çend ji van asengiyan in. Van pirsgirêkan nîşan didin ku pêşketin bi desteka saziyî û civakî dikare domdar bibe.

Girîngiya guhertina îmaja medyayê

Guherîna îmaja jinan di medyayê de ne tenê awayê pêşkêşiyê, hemû civakê bi bandor dike. Dîtina jinan di astên bi hêz û bi bandor de, xeyalên zarokên keçik û jinan mezin dike. Çîrokên serkeftinên jinan, di civakê de dibe sedema hayjêbûnê û qadên nîqaşan çêdibin. Bi vê yekê medya, ji amûra ku tenê ji bo nûçe û ragihandinê ye derdikeve vediguhere hêza guherîna civakî.

Ji bo ku ev pêşketin û guherîn bidome divê medyaya Somaliyê destek bide ku jin beşdarî astên pêşengî û pozîsyonên edîtoryal bibin, destekê bidin platformên jinan ên serbixwe, ji bo rojnamegeran bernameyên perwerde û pêşxistina astê li dar bixin. Divê serpêhatiyên jinan ên ku hê nayên zanîn werin vegotin û zimanê medyayê ji bo guherîna siyasî û civakî ya li welat were avakirin.

Guherîna jinan a di medyaya Somaliyê de tenê dîtparî yan jî vegotinek ji bo rehetbûnê nîn e; nîşaneyeke bi hêz a şiyariya civakî ye. Jin ji nû ve cihê xwe yê xwezayî di zanîn û hişyariya kolektîf de digre. Jinên Somaliyê îsbat kirin ku dikarin bi awayê profesyoneltir, bi cesaret û serpêhatiyên ku salên dirêj nehatine ziman vebêjin. Di vê serdema ku dengê jinan bilind bûye û di medyaya kevneşopî û ya dîjîtal de zêde bûne de; pir xuya ye ku pêşeroj ber bi nûnertiyek bi hevsengî û adil ve diçe. Vê îmaja nû, ne klişe, xwe dispêre rastî, afrînerî û bandorê.

*Aktivîst