Gelê Mexmûrê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bû

Gelê wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşekî girseyî piştgirî dan biryara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hevdîtinê bi CPT re red kiribû û bang li CPT kirin ku derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi erka xwe rabe.

Mexmûr – Komîteya Pêşîlêgirina Îşkenceyê ya Ewropyê (CPT) di meha Îlona sala 2022’an de serdana Îmraliyê kiribû lê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî hevdîtina CPT bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin pêk neaniye. Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi meşeki girseyî piştgirî dan biryara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derneketina hevdîtina bi CPT re.

Meş li ber saziya Malbatên Şehîdan, heta Parqa 4’ê Nîsanê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. Beriya daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî şehidên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê, li ser navê gelê wargehê Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Bedran Piranî axivî.

‘Em CPT vedixwiynin li ser rewşa Rêber Apo agahiyên rast parve bike’

Bedran Piranî di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan Şermezar kir û wiha axivî: “Em îro li parqa 4’ê Nîsanê ji bo eşkenceya li Îmraliyê tê meşandine kombûn. Meha Îlonê CPT ragihand ku bi Rêber Apo re hevditin pêkaniyê. Lê beriya çend rojan ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve daxuyanî hat dayîn ku Rêbertî derneketiyê hevditinê. Em derbarê rewşa Rêbertiyê de bi fikar in. Bêdengiya hemû dewletan cihê şermezariyê. Dixwazin sedsada 21’an de wek hin netewin din ku dîrokê de hatin tunekirin, Kurdan ji qirbikin, tune bikin û ji holê rabikin. Lê wek Rêbertî ji diyarkir gelê kurd edî hişyarbûye. Ew êrişa ku li ser gelê kurd tê meşandin hemû dewlet dizane, piştgiri dikê û bêdengiya xwe didomine. Em CPT vedixwiynin li ser rewşa Rêber Apo agahiyên rast parve bike.”

‘Kilîta çareserî di destê Serokatiya me de ye’

Dayika Hacer Tok a tevlî meşê bû, da zanîn ku armanca çûyîna CPT ya Îmraliyê ji bo berjewendiyê dewletan bû û got: “Em tercîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Hat gotin ku CPT çûye îmraliyê û bi Rêber Apo re hevditîn pêkaniyê, lê Rêbertî derneket hevdîtine. Tişta CPT dibêje li dijî Kurdan komployek bû. Armanca çûndina CPT ne ji bo şer, êrîş û rewşên li Kurdistanê tê meşandine, ji bo berjewendiyên dewletan bû. Ji ber vê jî Serokatiya me hevdîtin red kir. Tecrîda li ser Serokatiya li ser hemû gelan e. Ger Rêbertiya ne di girtigehê de ba, li her deverê aşitî hebûya. Kilîta çareserî di destê Serokatiya me de ye. Em ji bo hemû gelan azadî dixwazin, ferqa tu gel, nîjad û û olan nîne. Em dest jî axa xwe bernadin, heta dilopek xwîna dayika bimîne em ê li pey doza xwe bin, tecrîde bişkenîn û Serokatiya xwe azad bikin. Em tecrîda li ser Rêbertiya me şermezar dikin.”