Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurge bi dawî bû

26'emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurge, bi merasîma girtinê bi dawî bû. Di festîvalê de 66 fîlmên jinan ên ji çar aliyên cîhanê hatin pêşandan.

Navenda Nûçeyan- 26'emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurge ya Navneteweyî ya ji aliyê Weqfa Uçan Supurge ve tê lidarxistin, bi dawî bû. Di merasîma bidawîbûnê de, Xelata FIPRESCI ya ku fîlmên beşa Her Yek Ji Wan Rengek Cuda ya Festîvalê namzed bû jî xwediyên xwe dît.

Îsal endamên juriyê ku ji şêwirmenda senaryoyê, rexnegira sînemayê û akademîsyen Ayla Kanbur, rexnegira sînemayê ya Fransî Helene Robert û rexnegir û rojnamevanê Polonî Piotr Czerkawski pêk tê, ji Xeleta FIPRESCI’ya Totema ku di 73’emîn Festîvala Fîlman a Berlînê ya derhênera Meksîkî Lila Avilés wergirtin ku bi Xelata Juriya Ecumenîkî vegeriya, hilbijart.

Totem hat hilbijartin

Di daxuyaniya biryara der barê xelatê de wiha hat gotin: "Em dixwazin xelata FIPRESCI bidin fîlmek ku me vedixwîne rojbûnek derveyî rêzê ku tabûyên çandî li ber kameraya çavdêriyê bi meraq û vekirîbûna zarok vedişêrin, kevneşopî bi xwezayîbûnê dicive û mirov bi hêza teqez a xwezayê tên cem hev: Totem.”

Derhêner Lila Avilés ku xelata xwe girt di axaftina xwe de wiha got: “Ez spasiya hemû ekîba festîvalê û hemû kesan dikim. Min li Enqereyê rojên xweş derbas kir. Ez pir kêfxweş im. Pir girîng e ku însiyatîfên bi vî rengî bi awayekî hêz berdewam bikin. Sînema mijarek hevgirtinê ye û pir xweş e ku ji nû ve vegeuherî şanoyan.”

66 fîlm hatin pêşandan

Festîvala ku di 31'ê Gulanê de dest pê kir, 7 rojan Sînemaya Magic Fener Kizilayê 66 fîlm bi beşdar bûn. Ji festivala ku îsal jî bi armanca keda jinan di sînemayê de diyarker be û wekheviya zayendî ya civakî bi hêza başkirina hunerê misoger bike û peyda bike û temayê “Hîn zêdetir, ne kêmtir” ji gelek welatan derhênerên jin tevli bûn.