FAO: Li Afrîqayê kêmbûna ewleya xwarinê metirsiyek e
Hişkesaliya heyî wêrankera hilberîna xwarinê ye, dibe sedema ku bazar jî werin girtin û wê bibe sedema rewşên giran ên mîna mirina mirovan û lawiran jî.
Navenda nûçeyan – Rêxistina xwarinê û çandiniyê ya neteweya yekbûyî FAO hişyarî da ku bêewlehiya xwarinê li Afrîqayê dibe sedema hişkesalî dijwar û dem dirêj.
"Ji ber rewşên hişkesaliya dijwar û dem dirêj a li Kevana Afrîqayê birçîbûn zêde dibe"
Ji ber rewşên hişkesaliya dijwar û dem dirêj a li Kevana Afrîqayê birçîbûn zêde dibe, ji ber vê yekê Rêxistina xwarinê û çandiniyê ya neteweya yekbûyî FAO ji bo keraseta mirovî zêde nebe da zanîn ku bi lezgînî pêdivî bi rizgariyek jiyanê heye. Bi nêzîkbûna krîzê di lûtkyê de bi awayekî lezgînî Rêxistina xwarinê û çandiyê ya neteweyê FAO pîlanek li dar xist û alîkariya bi lezgînî û guhetinan yê ku balê dikşîne ser çar navendan (Cîbotî, Etiyopya, Kenya û Somalî) yê hişkesalî li wir zêde ye.
Rêveberiya ofîsa rewşên lezgînî û berxwedanê ya FAO’yê Rîn Bolsin derbarê kêmbûna çandiniyê de wiha got: "Dewarên çandiniyê ji aliyê bersivdayîna mirovahiyê ve gelekî kêm bûye û di ziwabûnê de jî dema çandiniyê de ji sedî 80’ê bar hişdigre."
Li gorî Rêxistina FAO heya niha pereyên ku hatine wergirtin wê alîkariya debara jiyanê bike, di nav de tenduristiya lawiran û rehabîlîtasyona binesaziyê nêzîkî 700 hezar kesan e û dibe ku heya plan bi giştî were destpêkirin wê bi milyonan kesên din jî werin peydakirin.
"Hişkesalî yek ji metirsiyên xwezayî yên herî wêranker e"
Hişkesalî yek ji metirsiyên xwezayî yên herî wêranker e. Ji ber ku hilberîna xwarinê felc dike, mêrg û bazaran têk dide, di rewşên herî giran de wê bibe sedema mirina mirovan û lawiran. Hişkesalî dibe sedema zêdebûna koçberiyê ji deverên gundewarî ber bi herêmên bajaran ve, dibe sedema ku şivan jî ji bo lawirên xwe neçar bimîne ji ber vê yekê xwe li çavkaniyên alternatîf ên xwarin û avê bide û ev dibe sedema nakokiya di navbera civakan de.