Ev 15 sal in Zeyneb Celaliyan girtî ye û ji mafên xwe yê bingehîn bêpar e

Çalakvana siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li Îranê di girtîgehê de ye û bi cezayê muebedê hatiye mehkûmkirin, 15 sal in rastî îşkence û sirgûnkirinê tê.

Navenda Nûçeyan - Ev 15 sal in çalakvana siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin, rastî îşkence û sirgûnkirinê tê.

Li gor zanyariyên medyayî, her çend ew nexweş e lê ji lênerîna pizîşkî bêpar maye û her wiha rastî zordestiya derûnî û îşkenceyê tê.

Di 11'ê Adara 2008'ê de, servîsên îstixbarata siyasî yên Îranê çalakvana Kurd Zeyneb Celaliyan bi tawana "terorîzm, Bi qaçaxî derketina derveyî welat û endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê" girtin.