‘Erkdarkirina kujerên jinan metirsiya li hemberî jinan nîşan dide’
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Qamişloyê Welîda Hesen diyar kir ku kujerê Hevrîn Xelef di şûna ku bê darizandin de, tê tayînkirin û got ku ew jî metirsî û xeteriya li ser jiyan û pêşeroja jinan zêdetir dike.

PÊLÎN NÛPELDA
Qamişlo – Çete û qatilê bi navê Hatim Ebû Şeqra, serçeteyê koma bi navê Ehrar El Şerqîyê ye. Ehmed El Hayis, di sala 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 a di navbera Eyne Îsa û Tiltemirê de qetil kir. Ehmed El Hayis di şûna ku bê darizandin û hesab jê bê pirsîn de, ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a cîhadîst ve, wek berpirsê qadên Dêrezor, Heseke û Reqqa ya Firqeya 86’an a leşkerî hat tayînkirin.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Qamişloyê Welîda Hesen têkildarî erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelef ji ajansa me re axivî.
Welîda Hesen diyar kir ku Hatim Ebû Şeqra ku ji aliyê HTŞ ya cîhadîst ve hatiye erkdarkirin şermezar dikin û wiha got: “Em qebul nakin ku kujerê îro di lîsteya “Terorê” ya Navnetewî de ye û destê wî di xwîna gelek mirovan de heye, wek firqeya 86’an li ser qadên Dêrezor, Heseke û Reqqa were erkdarkirin. Ew kesê ku deste wî di xwîna gele Efrînê de heye û gelek destdirêjiyê li ser jinan kiriye û bi taybetî Hevrîn Xelef şehîd xistiye, em nikarin wî kesî qebûl bikin.”
‘Divê bê darizandin’
Welîda Hesen behsa Hevrîn Xelef a bi destê van çeteyan hat qetilkirin jî kir û wiha got: “Heta ku kesên wek Hatim Ebû Şeqra neyên cezakirin, em nikarin bawerî bi hikûmeta demkî ya Sûrî bînin û bi wan bawer bikin. Hevrîn Xelef keseke ku ji bo aştî û azadiyê têkoşîn dimeşand û ji bo mafê jinan têdikoşiya. Keseke siyasî bû ne leşkerî jî bû. Di şûna ku kujer were darizandin, wek fermandarek tê tayînkirin. Bi taybetî ji aliyê gel û Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve nayê qebûlkirin.”
Welîda Hesen da zanîn ku ewê li dijî vê yekê tebikoşin û dengê xwe bilind bikin, heta ku hesab bê pirsîn, kujer bê darizandin û wiha got: “Çi bi rêxistinên jinan mabe jî em ê ji wî kujerî re bêdeng nemînin û dakevin kolanan heta ku qatilê Hevrîn were darizandin. Di şûna ku bê cezakirin de, li ser qadên ku bi hezaran şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD şehîd ketine, tê erkdarkirin. Banga me ew e ku kesên wisa destê wan di xwîn û kuştina mirovan de hene, divê di dadgehên navneteweyî de bên darizandin û hesap ji wan bê pirsin.”
‘Metirsiya li hemberî jinan zêde ye’
Welîda Hesen destnîşan kir ku wek rêxistinên jinan û Meclîsa Jinan ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ew ê hertim li qadan bin û xwedî li mîrateya Hevrîn Xelef derkevin. Welîda wiha got: “Hevrîn Xelef bi awayekî hovane li ber çavê cîhanê hat qetilkirin û me di şehîdxistina şexsê Hevrîn de dît ku kîn û nefretek çawa, li beramberî jinan heye. Tu carî em ê li hemeberî wê komkujiyê bêdeng nemînin. Hem dayîka Hevrîn dosyayê radestî Rêxistênên Mafên mirovan ên navteweyî kiriye û hem jî me bi xwe dosyaya wê daye Rêxistinên Navneteweyî. Eger ew kes neyên cezakirin, ewê li ser jinan xeterî û metirsî hîn zêdetir bibe.”
‘Em ê bêdeng nemînin’
Welida Hesen wiha dawî li gotinên xwe anî: “Şoreşa ku îro bipêş ketiye, bi pêşengtiya jinan bipêş ketiye û jinan di her qadên jiyanê de, xwe birêxistin kirine û bipêş xistine. Wê hertim xwedî li doza Hevrîn derkevin û li qadan bin. Em ê li qadan bin û li pey heqiqetê bin heta ku kujer bên cezakirin. Em qebûl nakin kesekî qatil bibe fermandar. Heta ku were darizandin jî em ê li qadan bin.”