Çalakiya konvedanê ya wargeha Mexmûrê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya wargeha Mexmûrê piştî hevdîtina duh ya di navbera nûnerên wargehê û hêza leşkerî ya Iraqê ya navçeya Mexmûr de, bi dawî bû. Hat ragihandîn ku hêza leşkerî ya Iraqê soz daye ku pirsgirêkên wargehê çareser bike.

Mexmûr - Di 15’ê Gulanê de xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî girtina şandeya meclîsê û zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li hemberî xelkê Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyabûn û ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê vedabûn.
Duh dinavbera nûnerên wargehê û hêza leşkerî ya Iraqê ya navçeya Mexmûr de hevdîtin hat pêkanîn. Îro jî encama hevdîtinê bi gel re hat parvekirin û hat gotin ku hêza leşkerî soz daye ku bi riya diyalogan wê pirsgirêkên wan werin çareserkirin û nûnerên wargehê dinava van du rojan de werin berdan. Li ser vê yekê gel li ber derê konê çalakiyê kom bû û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak ve hat dayîn û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakiya konvedanê bi dawî dibe.
‘Xelkê Mexmûrê li îradeya xwe xwedî derket’
Fîlîz Budak destpêkê bal kişand ser kiryarên hikûmeta Iraqê yên li hember xelkê wargeha Mexmûrê û ev tişt got: “Wek xelkê wargehê ev 6 rojin bi vedana konê çalakiyê ji 7 heta 70 salî herkes divê çalakiyê de cih girtiye. Divê çalakiyê de cihgirtina xwe, refleksa xwe yê beramberî neheqî, bêmafî aniye ziman. Ya ji hemuyan girîngtir li îradeya xwe xwedîderketin heye. Civakekî ku li hember hemu hêzên desthilatdar îradeya xwe biparêze, ti hêz nikare wê civakê desteser bike. Mînaka vê ya herî şênber 30 salin wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî ye.”
‘Ev wargeh wargeha berxwedanê ye’
Budak destnîşan kir ku di pêvajoya çalakiyê de herkesê xwe berpirsyar dît û wiha got: “Navê din yê vê wargehê wargeha berxwedanê ye. Ev 30 salin ev têkoşîn û berxwedan li hember hemu zextan berdewamkiriye û wê berdewam jî bike. Di encama çalakiyên ku tên kirin de me wek xelkê wargehê hertim xwestiye bi riya diyalogan pirsgirêkên heyî çareserbikin. Wek gelê Kurd jî em xwedî nêzîkatiyek wisa ne. Rêbertî herî dawî banga civaka demokratîk û aştiyê kiribû. Ji bo gelên Rojhilata Navîn ji qrîz û qeyrana heyî derketin rê ne şer e, rê riya diyalog û muzakereyane.”
‘Em hertim li riyên herî demokratîk û çareseriyê digerin’
Fîlîz Budak wiha berdewam kir: “Heta ku ji me tê em ti şêweyî li beramberî serdehatinên li hember me serî li riyên tundiyê nadin, em li riyên herî demokratîk û çareseriyê digerin. Dema ku hêza beramberî me jî tê vê riyê em çalakiyên xwe bi dawî dikin. Divê çalakiyê de jî sozên hatin dayîn û hevdîtinên hatîn kirin divê çarçoveyê de ne. Lê ev nayê wê wateyê ku emê dev ji çalakiyên xwe berdin. Di her kêliya ku ev soz nehatin pêkanîn de, di her kêliya ku zextên li ser wargehê nehat rakirin de emê çalakiyên xwe lidarbixin û li îrade û nasnameya xwe derkevin.”
‘Berxwedan û serkeftin ya gelên li berxwe dide ye’
Budak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro li vir di encama hevdîtina hatî kirin û hevdîtinên berdewam bikin û sozên hatîn dayîn de emê konê çalakiya xwe rakin û hevdîtinên xwe berdewam bikin. Encamên hatîn girtin bi civaka xwe re parvebikin. Pêşniyar û biryarên ji civakê derdikevin erka rêveberiya meclîsa me ye ku em pratîka wê bikin. Emê bi vê kiryara xwe jî piştgiriya banga civaka demokratîk û paradîgmaya ku Rêbertî li Rojhilata Navîn daniye, nîşa bikin. Berxwedan û serkeftin ya gelên li berxwe dide ye.”