Îsraîl li Xezayê sivîlan dike hedef
Artêşa Îsraîlê, li Zîvala Xezayê avahiyan û navendên bicihbûnê yên Filistîniyên ji cihên xwe bûne dike hedef. Li herêma Xan Yûnis, dîmenên Filistîniyên ku ji ber êrîşan reviyane ketin ber kamerayan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bênavber didomin. Îsraîl di êrîşên xwe yên dawî de bi taybetî Filistîniyên ku bê mal mane dike hedef.
Li gorî agahiyên qadên tenduristiyê, artêşa Îsraîlê bi 2 balafirên bê mirov (ÎHA) êrîşî dibistana Musa Nasir ku li taxa ed-Derec li navenda bajarê Xezayê ye û Filistîniyên ji cihê xwe bûne bi cih bûne kirin. Di êrîşê de 10 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de beşek zêde bi giranî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî malbata ‘Mukayyed’ a li kampa koçberan a Cibaliya ya li Bakurê Zîvala Xezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa Îsraîlê yên li dijî îstasyona benzînê ku li kampa Nusayrat a li beşa navendê ya Xezayê cih digr, Filistîniyên ji cihê xwe bûne lê bi cih bûne de 15 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn. Di heman demê de hat ragihandin ku careke din di encama êrîşa li dijî malbata ‘Ebu Semra’ ya li bajarê Deyr El-Belah a li beşa navendî ya Xezayê 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Filistînî koç dikin
Li herêma Xan Yûnis a Zîvala Xezayê ku lê êrîş didomin, hat diyarkirin ku Filistînî neçar mane koç bikin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku bi sedan malbatên Filistînê, ji ber sedemên êrîşên dijwar ên hewayî yên Îsraîlê berê xwe dane herêmên rojhilat. Ji ber nebûna derfetên xwegihandinê, Filistînî bi meş û ker erebyan neçar mane herêmên xwe terk bikin, di dîmenên ji herêmê tê de di teyîsin.
‘Destûr nayê dayîn ku libek genim bikeve Xezayê’
Li aliyê din Ofîsa Medyaya Hikumetê ya li Xezayê bersiv da daxuyaniyên Îsraîlê ku dibêjin destûr tê dayîn alîkarî bikevin Xezayê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dorpêça giran zêdeyî 80 rojan e didome, di bin xelayê de rewş her ku diçe xirabtir dibe. Em piştrast dikin ku alîkariyek rast negihîştiye Zîvala Xezayê. Îsraîla dagirker, nêzî sê mehan, hemû deriyên sînor girtin û destûr neda libek genim bikeve hundir.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Zîvala Xezayê li ser 2,4 milyon kesan polîtakayek vekirî ya sîstematîk pêktîne, hat îdiakirin ku Îsraîl destûr nade 9 kamyonên alîkariya teqwiyeyên xwarinê ji bo zarokan dibirin bikevin Xezayê û got: “Di nava gelek pêwîstiyên lezgîn de ev tenê dilopek e û pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê nagire nava xwe.”